Li Girkê Legê Komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin

Meclisa Bajarokê Mistefawiyê ya Girê Legê ya kantona Qamişlo der barê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de civînek ji şêniyanre lidar xist.

Li Girkê Legê Komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin
Li Girkê Legê Komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin
10 sibat, 2020   17:06
QAMIŞLO

Bi rasthatina salvegera 21‘emîn a komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullan Ocalan Meclisa Bajarokê Mistefaqiyê ya girêdayî Girkê Legê civînek bi beşdarbûna bi dehan şêniyan lidar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê Meclisa Bajarokê Mistefaqiyê Ehmed Mihemed axivî û got: "Rêbertî bi gotina Kurdistan bindest e, qada azadiyê damezirand. Bi vê gotinê ji bo azadiyê Ocalan têkoşiya û got ku berxwedan wê biser keve. Ji ber vê yekê bi hazaran kurd ji bo serkeftina doza kurdî têkoşîn ragihandin."

Mihemed destnîşan kir ku Ocalan banga azadî û aştiyê dike, ji ber vê yekê sîstemên desthilatdar ên cîhanê bi komployeke navnetewî Ocalan dîlgirtin û radestî desthilata Tirkiyê kirin. Mihemed got: "Ocalan fizîkî girtî ye, li ramanê wî azad e di nav me de dijî. Bi saya fikrê wî şoreşa Rojava biser ket."

Civîn bi dirûşmeyên azadiya Ocalan û şermezarkirina komployê bi dawî bû.

ANAH