Komîteya Aborî şekir û zeyt bi buhayê guncaw li şêniyên Helebê belav kir

Ji ber buhabûna nirxên madeyên xwarinê, Komîteya Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye 8 navendên belavkirina şekir û zeyt vekir, ev made bi buhayê kêmtir tên belavkirin

Komîteya Aborî şekir û zeyt bi buhayê guncaw li şêniyên Helebê belav kir
Komîteya Aborî şekir û zeyt bi buhayê guncaw li şêniyên Helebê belav kir
Komîteya Aborî şekir û zeyt bi buhayê guncaw li şêniyên Helebê belav kir
Komîteya Aborî şekir û zeyt bi buhayê guncaw li şêniyên Helebê belav kir
Komîteya Aborî şekir û zeyt bi buhayê guncaw li şêniyên Helebê belav kir
Komîteya Aborî şekir û zeyt bi buhayê guncaw li şêniyên Helebê belav kir
Komîteya Aborî şekir û zeyt bi buhayê guncaw li şêniyên Helebê belav kir
10 sibat, 2020   16:24
HELEB

Komîteya Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji ber buhabûna nirxên madeyên xwarinê bû bi armanca sivkkirina barê şêniyan 8 navendên belavkirina şekir û zeytê vekir. Ev made dê bi buhaya guncaw li gorî buhayê li bazan têne firotin, werin belavkirin.

3 navend li beşa rojhilat, 3 navend li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd û 2 navenda li taxa Eşrefiye hatin vekirin. Navend bi 50 tonên şekir û 500 pakêtên zeyta berberû hatine amadekirin.

Kîloya şekir bi 515 lîreyên Sûriyê û lître zeytê bi hezar û 125 lîreyên Srûiyê têne firotin.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Emîr Hec Osman got ji ber bilindbûna nirxên madeyên bingehîn, Komîteya Aborî bi şêniyan re alîkar bû, şekir, zeyt, gaz û mazot bi buhayên guncew ji şêniyan re peyda dike. Hec Osman hêvî kir ku madeyên din bêne peydakirin.

Hec Osman spasiya Komîteya Aborî kir ji ber ku di van şertûmercên dijwar de alîkariya şêniyan dikin.

Endamê rêveber ê Komîteya Aborî Kemîran Reşîd got: "Pişt ku buhayên madeyên bigehîn bilind bûn, ji ber bêkarî me navend vekirin, da ku barên şêniyan sivik bikin."

Reşîd wiha domand: "Me zeyt û şekir peyda kir. Em ê hewl bidin projeya xwe berfireh bikin, madeyên din ên bingehîn mîna çay, savar, birinc û konsirwe peyda bikin."

Di dawiyê de Reşîd destnîşan kir ku tê payîn di rojên pêşîn de  100 ton şekir û 2 hezar pakêt zeytê derbasî taxê werin kirin.

(şx)

ANHA