Li Kobanê semînerên derbarê komploya 15‘ê Sibatê bi dawî bûn

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Kongreya Star û beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeya Çelebiyê semînereke der barê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de dan.

Li Kobanê semînerên derbarê komploya 15‘ê Sibatê bi dawî bûn
Li Kobanê semînerên derbarê komploya 15‘ê Sibatê bi dawî bûn
Li Kobanê semînerên derbarê komploya 15‘ê Sibatê bi dawî bûn
Li Kobanê semînerên derbarê komploya 15‘ê Sibatê bi dawî bûn
10 sibat, 2020   16:56
KOBANÊ

Di semînerê de rêbazên ku dewleta Tirk ji bo tinekirina şoreşên gel û hedefkirina fermandarên wê hatin destnîşankirin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê ya herêma Firatê Mustefa Ebdî got: "Hemû şoreşên gelê Kurd bi vê rêbazî hatin hedefkirin û planên Tirkiyê yên têkbirina şoreşên berê bi serketin."

Mustefa anî ziman ku civaka kurd divê ji bo azadiya Ocalan bi hev re bixebitin û bal kişand serkeftinên siyasî yên hatine bidestxistin berhemên ramanê Ocalan e.

Mustefa destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ramanê azad ên banga rizgarkirina gelan ji zihniyeta netewperest dike, ditirse.

Rêvebera Komîteya Perwerde ya Kongreya Star Felek Yûsif jî axivî û ev tişt anî ziman:  "Hevrên destpêkê yên Rêbertî ji gelê Tirkiyê bûn, ji ber ku Rêber bi fikrê xwe banga rizgarkirina gelên herêmên ji koletî û zihniyeta desthilatdar û hikûmetên netewperest dikin. Gelek kesayetên azadîxwaz bi ramanê Ocalan bandor bûn û pejirandin."

Li gundê Mînas ê 5 km dikeve rojayê bajarê Kobanê, taxa Şehîd Botan û taxa Şehîd Yihya heman semîner hatin dayîn.

ANHA