Rewşenbîrên Efrînê: Komployê berxwedana gelan a ji bo azadî û aştiyê kir hedef

Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê diyar kir ku armanca Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, hedefgirtina hemû gelên ji bo aştî û azadiyê li ber xwe didin, bû.

Rewşenbîrên Efrînê: Komployê berxwedana gelan a ji bo azadî û aştiyê kir hedef
10 sibat, 2020   13:11
ŞEHBA

Îro Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê bi boneya salvegera 21`emîn a Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê Ûsama Ehmed bi beşdarbûna bi dehan şêniyên kampê, daxuyanî li Kampa Serdem xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Şerê li Rojhilata Navîn li ser erdê û şerê siyasî yê navdewletî gurtir dibe. Ev şerê han rastiya dagirkerî û zordariya gelek hikumetên herêmî û navdewletî û têkiliyên di navnbera wan ên li ser bingeha dijberiya gelên Rojhilata Navîn de eşkere dike.

Hemû siyasetên di doza Sûriye, Iraq, Lubnan, Filistîn û hwd. de tên meşandin, siyasetên dagirkeriyê ne ku keraseta li herêmê zêde dikin. Her wiha aloziyê jî kûrtir dikin û aloziyên din derdixin holê. Bi vê yekê lîstina bi xewn û xeyalên gelan hêsantir dibe û ji bo berjewendiyên zordarî tên bikaranîn. Li herêmê gelek komployên mezin ku heta roja me ya îro jî dewam dikin, pêk hatin. Ev tişt rastiya ku di salên 80 û 90’î yên sedsala borî de hatine serê me, diyar dike. Di encama Komploya Navneteweyî de rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin û derbeyeke mezin li ser tevgerên rizgariyê yên li herêmê pêk anî. Wek encama hewldana vemirandina çirûska avakirina mirovan û serkeftina doza gelên ku di bin serweriya siyasetên nîjadperest de dijîn û şerê li dijî nasnameya dîrokî ya wan e. Komplo heta niha bi şêwazên cuda û yên tên guhertin, dewam dike.

Di salvegera 21`emîn a Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan de, em wek rewşenbîrên Efrînê vê komploya civaka navdewletî û peyamên wan şermezar dikin. Em dixwazin gelên cîhanê bi giştî û gelên Rojhilata Navîn bi taybet bizanibin ku armanca vê komployê hedefgirtina hemî gelên aştîxwaz û azadîxwaz e. Lê belê di şexsê rêber Ocalan de pêk hat. Her wiha em bang li tevahî gelên azad û rewşenbîr û akadîmisyen dikin ku li dijî vê komployê û komployên din ên li dijî aştiya cîhanî û azadiya gelan bi rêxistin dibin, serî hildin. Baweriya me heye ku ev serdema gelên azad e yên dirûşma "Em hemû Ocalan in" berz dikin."

Daxuyanî bi dirûşmên daxwaza azadkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fDTAMgUKYgM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>