​​​​​​​Ji ber berfa zêde li dergeha Sêmalka tevger rawestiye

Ji ber barîna zêde ya berfê li bajarê Dêrikê û navçeyên wê, dergeha Sêmalka li çûn û hatinê hate girtin. Erebeyên şaredariyê hewl didin rêyên dergehê vekin.

​​​​​​​Ji ber berfa zêde li dergeha Sêmalka tevger rawestiye
​​​​​​​Ji ber berfa zêde li dergeha Sêmalka tevger rawestiye
​​​​​​​Ji ber berfa zêde li dergeha Sêmalka tevger rawestiye
​​​​​​​Ji ber berfa zêde li dergeha Sêmalka tevger rawestiye
​​​​​​​Ji ber berfa zêde li dergeha Sêmalka tevger rawestiye
​​​​​​​Ji ber berfa zêde li dergeha Sêmalka tevger rawestiye
​​​​​​​Ji ber berfa zêde li dergeha Sêmalka tevger rawestiye
10 sibat, 2020   11:54
QAMIŞLO

Ji sala 2015`an ve li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, berf nebarîbû. Ji şeva din ve li bajêr û gundên wê bi taybetî gundên Berav û dergeha Sêmalka berf bi dijwarî dibare.

Tevgera çûn û hatinê li bajêr ji ber berfê asteng bû. Her wiha piraniya dikanên bazirganiyê hatin girtin. Berf zêdetirî 20 cm bilind bûye.

Erebeyên şaredariya gel jî dest bi vekirina rêyan kir. Her wiha bi biryara Desteya Xwendin û Perwerdeyê ya herêma Cizîrê dibistan 2 roja kirin betlane û tevgera çûn û hatinê li geracê jî rawestiya.

Li dergeha Sêmalka jî bilidbûna berfê gihîşt zêdetirî 40 cm’an, ji ber vê yekê tevgera li dergehê rawestiyaye.

Rêveberê Daîreya Têkiliyên Derve ya Dergeha Sêmalka Baz Ehmed wiha ji ajansa me re got: "Erebeyên kar rêyên dergeha Sêmalka ji berfê baqij dikin."

(cx)

ANHA