Jinên rêveber ên Girê Spî têkildarî binpêkirinên artêşa Tirk hişyarî dan

Jinên rêveberiya kampa koçberên Girê Spî ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên der heqê jinên li herêmên dagirkirî de hişyarî dan û bang li rêxistinên têkildarî mafên jinan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku kiryarên xwe rawestîne.

Jinên rêveber ên Girê Spî têkildarî binpêkirinên artêşa Tirk hişyarî dan
10 sibat, 2020   08:34
EYN ÎSA

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êriş û binpêkirinên artêşa Tirk re rû bi rû ne. Leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê her cure binpêkirinan li dijî jinan didin meşandin. Çavkaniyên ji hundirê bajêr radigihînin ku li Serêkaniyê 30 jin rastî êrişên cinsî yên ji aliyê leşker û çeteyan artêşa Tirk ve hatine.

Li Girê Spî jî çeteyên artêşa Tirk beriya 3 mehan jineke ciwan a ji bajarokê Eyn Erûs ê kantona Girê Spî revand û heta niha çarenûsa wê ne diyar e.

Rêvebera kampa koçberan a li gundê Tilseman ê bakurê Reqayê Fadiya Şerîf got: “Dewleta Tirk bi zanebûn êrişî jinan dike, da ku vîna azad a gelan û vîna jinan bişikîne. Ji ber ku jin di şoreşa Rojava de bi hêz bûn, beşdarî qadên leşkerî, xizmetguzarî û siyasî bûn, rol û mîsyonek lîstin."

Fadiya anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk piştî bi îdiayên bêbingeh herêm dargir kirin û heman senaryoya DAIŞ`ê pêk anî.

Ji rêveberên kampa Kongreya Star a Girê Spî Meha Hemed jî got: "Ji ber binpêkirin û kiryarên hêzên dagirker, bi hezaran şênî neçar man ku dev ji gund û bajarên xwe berdin. Li herêmên dagirkirî em li ser keçikan bi tirs bûn, ji ber ku tevlîheviyeke mezin heye."

Meha Hemed di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî û rêxistinên peywendîdar ên parastina mafên jinan kir ku zextê li Tirkiyê bikin û êrişên li dijî jinên li herêmên dagirkirî bisekinînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YH_-qeAvFoQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>