​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist

Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qada çandî de gaveke erênî avêt û isbata vê yekê jî derketina çapxane, weşanxane û navendên çandî ne.

​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
​​​​​​​Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qada çandê pêşxist
10 sibat, 2020   06:19
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Ji beriya Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her çendî civak bi mozaîkbûna xwe dihat naskirin jî, lê herêmên rojhilat anku herêmên bi navê "herêmên çîhana sêyemîn” hatinbûn paşguhkirin. Bi zanabûn çanda herêmê dihat helandin.

Lê piştî Şoreşê destpêkir, di kurttirîn dem de di qada fikrî û çandî de gav hatin avêtin. Ronesansa fikirî, zanîngeh, akademî, navendên lêkolînên stratejîk, navendên çandî, buroyên giştî, çapxane û weşanxane vekirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek weşanxane, navendên çandî, akademî, zanîngeh û peymangeh hatine vekirin.

Her wiha gelek navendên lêkolînan jî vebûn, di nav de; Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Navenda Lêkolînên Firatê û Navenda Jeolojiyê ye. Heman demê de derdora 10 çapxane, hem taybet û giştî li herêmê dixebitin. Ji van çapxaneyan; Çapxaneya Şehîd Herekol a Dêrikê, Çapxaneya Sîmav û Herdem a Qamişlo, Çapxaneya Rimêlan û gelek çapxaneyên teybet jî hene.

Her wiha gelek çalakiyên çandî jî bi rê ve çûn, ji wan; pêşangeha Salane ya Pirtûkan, vekirina buroyên giştî yên taybet bi xwendinê û Yekîtiya Rewşenbîran li bajarê Qamişlo Bexçeyê Xwendinê, vekirin.

Li ser asta ronasansa fikirî û çandî, diyardeya herî li pêş, vekirina çapxane û weşanxaneyan e. Lewma hejmara pirtûk, rojname û kovarên hatine çapkirin zêde bûye.

Nivîskar Melefan Resûl ji ajansa me re wiha got: “Rejîma Sûriyê bizanebûn herêm paşguh kir, da ku bijardeyên çandî ber bi Şamê û herêmên hundirîn ve biçin. Her wiha Rejîmê berhemên fikirî û çandî yên rewşenbîran belav nedikirin. Dema Rejîma serwerbû, rewşenbîran bi dizî kar dikirin. Xebat û panelên çandî bi dizî bi rê ve dibirin. Pirtûk li ser hesabên xwe û veşartî çap dikirin.”

Rûsûl têkildarî pêşxistina qada çandî ya Rojava û Bakurê Sûriyê wiha got: “Desteya Çandî bi gelek kar û xebatan rabû. Di bin siya Rêveberiya Xweser de weşanxane û çapxaneyan gaveke erênî avêtin û hîn jî di belavkirina zanista çandî de kar û xebateke ber bi çav dikin. Tevî vê yekê jî ji ber buhaya pirtûkan, gelek xwîner nikarin pirtûkan bikirin.”

Têkildarî weşanxaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberê çapxaneya Şehîd Herekol a bajarê Dêrikê, Ela Tac El-Dîn axivî û wiha got: “Çapxaneya Şehîd Herekol destkeftiyek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Bi çapkirina pirtûkên çandî, civakî, siyasî, dîwanên helbestî, metiryalan, rojname û kovaran, gavên fikirî û çandî avêtin.”

Tac El-Dîn wiha dawî li axaftina xwe anî, çapxaneyan karê weşanxaneyan hêsan kir, ji ber bi nirxekî kêm pirtûk çap dikir û rewşenbîr teşwîqî çapkirina berhemên xwe dikir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tIQ51jGUy8U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>