'Li dijî êrişan û naskirina statûyê tu rê ji bilî yekitiyê tune ye'

Endamê Rêveberiya PYD`ê Mihemed Seîd Şêxmûs diyar kir ku bi yekitiyê re wê dagirkerî bi dawî bibe û statûya herêmê bê nasîn. Berdevka Kongreya Star ya navçeya Til Temir Gûlîxan Tahir jî anî ziman ku destnîşan kir ku yekitiya wan wê pirsgirêka Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn çareser bike û yekitî wê bingehek esasî ji sîstema netewa demokratîk û naskirina sîstemê re çê bike

'Li dijî êrişan û naskirina statûyê tu rê ji bilî yekitiyê tune ye'
10 sibat, 2020   06:05
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Endamê Rêveberiya PYD`ê yê navçeya Til Temir Mihemed Seîd Şêxmûs û Berdevka Kongreya Star ya navçeya Til Temirê Gûlîxan Tahir diyar kirin ku Ji bo pêşîgirtina êrişên hovanê, rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriyê de pêwîstiya yekitiya partiyên siyasî heye.

‘JI BILÎ YEKITÎ TU RÊ LI PÊŞIYA ME TUNE YE'

Endamê Rêveberiya PYD ya navçeya Til Temir ê Mihemed Seîd Şêxmûs diyar kir ku ji bo pêşîgirtina êrişên hovane, rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriyê pêwîstî bi yekitiya partiyên siyasî heye û got: “Gel ji xwe yeke mînaka wê ya herî mezin li navçeya mozaîk li Til Temir e. Di êrişan de gelê me her bi yekitî tev digerê.  Di dîrokê de jî diyar e ku şoreşên ku têk çûne ji ber yekitî tune bû. Kurmê darê ne ji dare bê dar nakeve. Ji bilî yekitî tu rê li pêşiya me tune ye."

Şexmûs diyar kir ku di nav rewşa xeter de partiyên ku destê xwe xistiye destê dijmin xeteriya wan ji dijmin mezintir e û wiha domand: “Divê niha êdî destê dijmin berdin û li dijî êrişan bisekinin. Di êrişan de dijmin tu cûdahiyê naxe navbera partiyan de. Hedefa sereke jî yekitiya gelê Kurd e. Ev xeterî li ser me hemûyan e. Heger yekitiya me çê bibe wê demê statûya me jî bê nasîn. Em ê ji hemû cîhanê re bibin mînak."

YEKITIYA ME WÊ PIRSGIRÊKA SÛRIYÊ Û ROJHILATA NAVÎN ÇARESER BIKE’

Berdevka Kongreya Star ya navçeya Til Temir Gûlîxan Tahir anî ziman ku yekitî gelê Kurd xewn û xeyalên her kesî ye û wiha dewam kir: “Di demên dawî de derfetln gelek mezin ji bo yekitiyê çêbûn. Lê mixabin dîsa berjewendiyên çend kesan li pêşiya yekitiyê bûn asteng. Destê dijmin girtine û berjewendiyên kesayetî û yên dijmin li ser  welatê me didin meşandin.  Ew kûrsiyên wan tu carî ji wan re namîne û wê rojek di bin wan de hilweşê."

Gûlîxan destnîşan kir ku yekitiya wan wê pirsgirêka Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn çareser bike û yekitî wê bingehek esasî ji sîstema netewa demokratîk û naskirina sîstemê re çê bike.

Gûlîxan diyar kir ku çawa jinê ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê  re pêşengtî kir, wê di yekitiya gelê Kurd jî pêşengtî bike.

Gûlîxan bang li partiyên ku li dijî yekitiyê disekinin û dibin asteng kir ku ev derfeteke dîrokî ji bo yekitiyê hatiye avakirin divê ew partî mûhra xwe li dîrokê bidin û destê dijmin berdin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wjR07rZq7DY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>