Kongreya Odeya Bijîşkan a Helebê li dar ket

TEV-DEM bi koordîneya Meclisa Tenduristiyê ya Helebê kongreyeke berfireh ji bo bijîşkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re lidar xistin. Di kongreyê de serokê Odeya Bijîşkan û endamên meclisê hatin hilbiartin.

Kongreya Odeya Bijîşkan a Helebê li dar ket
Kongreya Odeya Bijîşkan a Helebê li dar ket
Kongreya Odeya Bijîşkan a Helebê li dar ket
Kongreya Odeya Bijîşkan a Helebê li dar ket
9 sibat, 2020   18:26
HELEB

Bi dirûşmeya "Ber bi civakeke saxlemtir ve" Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi koordîneya Meclisa Tenduristiyê kongreya Odeya Bijîşkan lidar xist. Bi dehan bijîşkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di kongreyê de amade bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Rêvebera TEV-DEM‘ê Sûad Hesen axivî, rola bijîşkan di dirêjahiya aloziya Sûriyê de destnîşan kir û got: "Ji destpêka şerê li taxa Şêxmeqsûdê ve şênî ji ber kêmbûna bijîşkan û pêwîstiyên tenduristiyê zehmetî dikişandin. Lê bijîşakên ku man bê teredudu roleke mezin di rizgarkirina birîndaran de lîstin."

Sûad anî ziman ku şêniyan tax parastin, rola bijîşkan afirandina jiyanê û alîkariya şêniyan e.

Piştre rêziknameya Odeya Bişîjkan ji aliyê Dr. Ezîz Henan ve hate xwendin, beşdaran li ser rêziknameyê nîqaş kirin.

Di dawiyê de Dr. Ezîz Henan wekî serokê Meclisa Odeya Bijîşkan hate hilbijartin û Mihemed Casim, Rûxweş Mustefa, Hesen Suleyman, Mehmûd Şêxo wekî endamên meclisê hatin hilbijartin.