Koma Sarya ya şanoyê çalakiyên xwe li Helebê bi dawî dike

Koma Sarya Baran a Şanoyê şanoya xwe ya "Ez diqîrim" li Helebê pêşanda.

Koma Sarya ya şanoyê çalakiyên xwe li Helebê bi dawî dike
Koma Sarya ya şanoyê çalakiyên xwe li Helebê bi dawî dike
Koma Sarya ya şanoyê çalakiyên xwe li Helebê bi dawî dike
Koma Sarya ya şanoyê çalakiyên xwe li Helebê bi dawî dike
Koma Sarya ya şanoyê çalakiyên xwe li Helebê bi dawî dike
9 sibat, 2020   17:18
HELEB

Koma Sarya Baran a Şanoyê ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê ev du roj in li bajarê Helebê şanoyên xwe pêşkêş dike. Koma Sarya ya ku beşdarî 4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ya li Şehbayê hatibû lidarxistin, bibû, li hola Elwan a herêma Şiqêf a Helebê şanoya "Ez diqîrim" pêşanda. Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.

Şanoya "Ez diqîrim" serpêhatiya rojnamevan Olerka Maynhof ku li hemberî pergala dewleta Alman sekinî, piştre tê girtin, di girtîgehê de di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dide. Lê dewleta Almanya îdia kir ku Olerka Maynhof xwe kuştiye.

Piştî şano bi dawî bû, dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Wx9_kK21kS4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>