NY‘ê têkildarî şandina çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve lêpirsîn vekir

Çavkaniyan di Neteweyên Yekbûyî de ragihandin ku 3 hezar çeteyên Sûrî li herêmên di bin kontrola hikûmeta Fayîz El-Serac ên rojavayê Lîbyayê hatine belavkirin.

NY‘ê têkildarî şandina çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve lêpirsîn vekir
9 sibat, 2020   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kirin ku agahî hene ku balafirên leşkerî yên Tirkiyê çeteyên Sûrî ji Dîlokê (li ser sînorê Tirkiyê- Sûriyê) veguhestin Stenbolê piştre şandin Lîbyayê.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku ekîpa pisporan a Komîeya Cezayan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî der barê tewanên li dijî Tirkiyê yên şandina çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê dest bi lêpirsînê kiriye.