Îran: Em amade ne li hemberî Amerîkayê bisekinin heta wê hilweşînin

Berdevkê artêşa Îran got: "Em amade ne li hemberî Amerîkayê bisekinin ta wê bi temamî wê hilweşînin.

Îran: Em amade ne li hemberî Amerîkayê bisekinin heta wê hilweşînin
7 sibat, 2020   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên çekdar ên Îranê Ebû Fedil Şikarcî di merasîmê bîranîna şehîdên bajarê Buharistanê ya li parêzgeha Esfean de axivî.

Şikarcî daxuyand ku hêzên Amerîkayê di êrişên xwe yên li dijî hêzên Îranê li baregeha leşkerî ya "Eyn El-Esed" de derbên giran xwar û di demên bê de dê îtîrafê bi wan windahiyan bike.

Berdevkê artêşa Îranê her wiha got: "Em naxwazin xelkê bikujin, me xwest ku Amerîka nas bike ku em ne wekî welatên din in."

Ebû Fedil Şikarcî anî ziman: " Em ne tenê diyalogan radiwestînin, lê belê em amade ne li hemberî Amerîkayê bisekinin heta wê bi temamî hilweşînin."

ANHA