‘Divê partiyên kurdî bi berpirsyartî nêzî însyatîfa yekrêziyê bibin‘

Yekitiya Hêzên Kurdî li Rojava têkildarî geşedanên siyasî û leşkerî û rêbazên avakirina yekrêziya siyasî ya hêzên Kurdî yên Rojava panelek lidar xist.

‘Divê partiyên kurdî bi berpirsyartî nêzî însyatîfa yekrêziyê bibin‘
‘Divê partiyên kurdî bi berpirsyartî nêzî însyatîfa yekrêziyê bibin‘
‘Divê partiyên kurdî bi berpirsyartî nêzî însyatîfa yekrêziyê bibin‘
‘Divê partiyên kurdî bi berpirsyartî nêzî însyatîfa yekrêziyê bibin‘
‘Divê partiyên kurdî bi berpirsyartî nêzî însyatîfa yekrêziyê bibin‘
‘Divê partiyên kurdî bi berpirsyartî nêzî însyatîfa yekrêziyê bibin‘
7 sibat, 2020   16:13
QAMIŞLO

Panel li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişo bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr hate lidarxistin.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim rewşa siyasî û leşkerî li ser asta Sûriyê nirxand.

Muslim anî ziman ku gelê Kurd ji aliyê pergelên dijberî doza Kurdî ve wekî alaveke ji bo şer hat bikarnîn, herî dawî kurd bê maf hatin hiştin.

Muslim diyar kir ku şerê li Sûriyê şerê li ser desthilatdariyê ye û got: " Lê li Baur û Rojhilatê Sûriyê me bi pêkhateyên din re xwe bi rêxistin kir, me proje û rêveberiya xwe ava kirin. Ev proje ji hemû aliyan ve rêxistinkirî ye, dibe ku bibe çareseriyek ji aloziya li Sûriyê re. Me hêza xwe ya leşkerî ava kir ku li hember hemû êriş û astengiyan sekinîn ku artêşên cîhanê nedikarî li hemberî wê bisekine. Daxwazên me ne pir in, ji ber ku Rêveberiya me ya xweser heye ku mafên hemû pêkhateyên diparêze, tenê em dixwazin her kes bi azadî, aştî û biratî bijî."

Salih Muslim destnîşan kir ku ew parçebûna Sûriyê naxwazin û ev tişt got: "Em parçebûnê naxwazin û em xirab bin wekî ku hin aliyên Sûriyê me tewanbar dikin. Berovajî vê me yekitiya Sûriyê ji parçebûn, serxwebûn û dagirkeriya parast û hîn jî diparêzin.

Muslim anî ziman ku her çareseriyek ji bo aloziya Sûriyê divê nenavendbûna Sûriyê û taybetmendiyên QSD‘ê mîsoger bike.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê PYD‘ê Salih Muslim anî ziman ku ew ji diyalogan re amade ne û got, rejîma Sûriyê hîna bi zihniyeta desthilatdar a dûrxistina aliyên din ve girêdayî ye.

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa bal kişand ser rêbazên yekkirina xîtaba tevgera siyasî ya kurdî li Rojava. Her wiha hewldanên berê hatin ragihandin ên bi armanca yekiriya hêzên kurdî, sedema têkçûna wan û encamên wê destnîşan kir.

Mûsa diyar kir ku piraniya hêzên herêmî û cîhanê yên dest di herêmê de werdidin hewl didin bi navê cûda gelê Kurd qir bikin û dagirkerî û hegemoniya xwe li ser kurdan ferz bikin, mîna niha dewleta Tirk dike.

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa biryara partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ya vekirina buroyê xwe pêşwazî kir û hêvî kir ku ev gav bibe gava avakirina baweriyê. Her wiha bang li aliyên siyasî yên kurdî kir ku bi berpirsyartî û cidiyet nêzî însyatîfa avakirina yekitiya kurdî bibin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lI9OT0NHXpk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>