Dewleta Tirk hêzên xwe ber bi "Nuqteyên çavdêriyê" ve dişîne

Artêşa Tirk a dagirker 150 erebeyên leşkerî û hêzên tayet şandin "Nuqteyên çavdêriyê" yên li Idlibê ava kirin.

Dewleta Tirk hêzên xwe ber bi "Nuqteyên çavdêriyê" ve dişîne
7 sibat, 2020   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkî ragihandin ku konvoyeke ji 150 erebeyên leşkerî pêk dihat ku bi hêzên taybet, çek û cebilxane bar kirbû gihaştin Rîhanlî yê girêdayî Hatayî yê başûrê Tirkiyê, piştre ber bi "Nuqteyên çavdêriyê" yê artêşa Tirk ve derketin.

Li gorî Reutrsê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî ji hikûmeta Tirkiyê, "Planên Tirkiyê yên vekişandina hêzên xwe ji nuqteyên çavdêriyê yên li Idlibê tunene, tevî ku ev nuqte di bin serweriya hikûmeta Sûriyê de ne."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dem daye hêzên rejîmê ku heta dawiya meha Sibatê hêzên xwe ji nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê vekişin û gefa operasyoneke leşkerî xwar.

Rewşa bajarê Idlibê piştî kontrolkirina bajarokê Seraqibê ji aliyê rejîmê ve bêdeng e.

ANHA