Hunermend Baqî Xido li Kobanê hate bibîranîn

Şêniyên kantona Kobanê hunermend Baqî Xido bi merasîmekê bi bîranîn.

Hunermend Baqî Xido li Kobanê hate bibîranîn
Hunermend Baqî Xido li Kobanê hate bibîranîn
Hunermend Baqî Xido li Kobanê hate bibîranîn
6 sibat, 2020   18:48
KOBANÊ

Îro salvegera 11‘mîn a wefata hunermendê Kurd Baqî Xido ye ku bi navê "Hunermendê Deşta Sirûcê" tê naskirin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê hunermend Baqî Xido bi bîranîn. Bîranîn li navenda Çand û Hunerê ya bi navê wî ya li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Di bîranînê de belgefîlmeke li ser jiyanahuner a Baqî Xido hate pêşandan û mûm li ber wêneyên wî hatin vêxistin.

Her wiha komên girêdayî navenda çandê gelek stranên wî gotin.

Hunermend Baqî Xido sala 1913‘an li bajarê Kobanê jidayik û sala 2009‘an wefat bû. Ji kilamên wî "Destana Derwêşê Evdê, Siyamend û Xeçê, Lo Dilo, Xezal, Delal Edûlê".