SANA: Hêzên rejîmê derbasî Seraqibê bûn

Li gorî nûçeya di SANA‘yê de hatiye parvekirin hêzên rejîmê piştî şerên dijwar li dijî çeteyên Tirkiyê derbasî bajarê Seraqibê yê Idlibê bû.

SANA: Hêzên rejîmê derbasî Seraqibê bûn
6 sibat, 2020   19:19
NAVEND NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di ajansa SANA‘yê de hatiye parvekirin "Yekîneyên artêşê derbasî bajarê Seraqib ê bejahiya Idlibê bûn û dest bi paqijkirina bajêr ji mayîn û teqemeniyên ji bermahiyên terorîstan kir."

Hêzên rejîmê duh bi şev derbasî bajarê Seraqibê bûn, piştî êrişa çeteyan a bi desteka nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê vekişiyabûn.

ANHA