​​​​​​​Konferansa li PE’yê: Divê li hemberî dagirkeriyê gav werin avêtin

Di Konferansa Kurd  a navneteweyî ya 16’an de bang hate kirin ku divê li hemberî dagirkeriya Tirk gav werin avêtin û nûnerên Kurd ji bo siberoja Sûriyeyê tev li komîteya reşnivîsa destûra bingehîn bên kirin.

​​​​​​​Konferansa li PE’yê: Divê li hemberî dagirkeriyê gav werin avêtin
6 sibat, 2020   17:57

Encamnameya Konferansa Kurda a navneteweyî ya 16’an ku li Parlementoya Ewropayê hate lidarxistin hate weşandin.

Encamnameya konferansa ku di 5-6’ê Sibatê de bi sernava ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ hate kirin, piştî nirxandinan û şûnde hate eşkerekirin.

Konferansa ku bi pêşengtiya Komîsyona Welatîbûna Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) ve hate kirin, Komên partiyên li KE yên weke Çep û Çepên Bakurê Keskan, (GUE/NGL) Keskan/Tifaqa Azad a Ewropa (Greens/EFA) li gel koma duyemîn a herî mezin Sosyalîst û Demokratan (S&D) destek kirin.

Di encamnameyê de di warê têkiliyên Tirkiye û têkiliyên gelemperiya Rojhilata Navîn pêwîstî bi gotinên nû hene û got: “Kurd li vir di warê aramî, pêkhatina aştî, di mijara demokrasî, ekolojî, wekheviya zayendî faktorekî bi bandor e.”

Di encamanameyê de hate bibîrxistin ku li gel îtifaqên herêmî û perspektîfên gerdûnî yên kudan li herêmeke ku şer û krîz lê rû dayîn pêşketinên nû bi xwe re aniye û got: “Divê di rêza yekem de hevkariyeke bihêz bi van hêzên demokrasiyê re bê kirin.”

Li ser vî bingehî ev bang li dewletên endamên YE, saziyên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin:

-Divê dagirkeriya Tirkiye ya li Bakurê Sûriye/Rjava weke binpêkirine hiqûqa navneteweyî bê dîtin, divê polîtîkayên paqijiya etnîkî ya li herêmên hatine dagirkirin bên mehkûmkirin û banga lezgîn bê kirin ku yekîneyên Tirk vegerin.

-Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo di rêya çareseriya siyasî ya şerê Sûriyeyê de weke qonaxeke girîng bê dîtin, divê nûner Kurd ji bo siberoja Sûriyeyê tev li komîteya reşnivîsa destûra bingehîn bikin.

-Divê bi biryardarî bang li Tirkiyeyê bê kirin ku êrişên xwe yên esmanî û dagirkeriyê yên li herêmên Kurdistana Iraqê bi dawî bike; Ev yek tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

-Divê endamên HDP’î û hilbijêr bên berdan, rêz ji encamên hilbijartinê re bê girtin û hevşaredarên ji erkê hatine girtin vegerin ser karê xwe û di vê mijarê de bang li Tirkiyeyê bê kirin.

-Rêdayîna şantajên Tirkiye ya ku krîza koçberan û gefa cîhadî ya Tirkiyeyê, wisa neke ku bibe qurbanê nirxên demokratîk ên YE’yê.

-Ji bo Tirkiye neçar bike ku têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li gorî hiqûqa navneteweyî be, tedbîrên dîplomasî, siyasî û hiqûqî bê kirin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd a bi rêyên siyasî zorê bide dewleta Tirk divê wî demildest berde û ji nû ve dest bi diyalogê bikin.

-Di mijara PKK ne rêxistineke ya terorê ye, parçeyek ji şerê bi çek e li ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropa û Dadgeha Bilind a Belçîkayê hemû sînordariyên li ser ferdên Kurd û partiyan divê bê rakirin û sûdê bi de çareseriyê.”