Li Qamişlo têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn

Li bajarê Qamişlo têkildarî komploya navnetewî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan semînerek hate dayîn.

Li Qamişlo têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
Li Qamişlo têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
Li Qamişlo têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
Li Qamişlo têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
6 sibat, 2020   17:04
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna salvegera 15‘ê Sibatê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re Meclisa navçeya rojhilatê bajarê Qamişlo semînerek li dibistana amadehî ya keçan a li taxa Cûdî organîze kir.

Şêniyên navçeya rojhilat, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongreya Star beşdarî semînerê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, sînevîzyonek ji 45 deqîqeyan li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Endama Rêveber a Kongreya Star a bajarê Qamişlo Adara Efrînê semîner da. Adar got: "Ji ber fikir û felsefeya Rêbertiyê gelek dewlet beşdarî komploya li dijî wî bûn. Ji ber ku ev fikir û felsefeya ne li gorî berjewendiyên wan ne. Dewletên komploger hertim gelê Rojhilata Navîn dixin bin zulma koledaran da ku berjewendiyên xwe yên kesayetî pêk bînin. Fikirê Rêber Ocalan banga rizgarkirina gelên bindest dike, li ser vê yekê dewletan ev komplo pêk anîn û Rêbertiyê radestî desthilatdariya Tirkiyê kirin."

Efrîn di nava axaftina xwe de îşaret bi armanca dagirkeriya Tirk a ji girankirina tecrîda li ser Ocalan kir û got, armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd e, Ocalan rêya azadî û xelasiya ji pergalên desthilatdar nîşanî gelê Kurd kir.

Di dawiya semînerê de beşdaran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Ocalan berz kirin.

Kongreya Star bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dê heta 12‘ê Sibatê mîna vê semînerê li tevahî taxên bajarê Qamişlo bide.

ANHA