Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê kartên taybet ji bo mazotê derxistin

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo belavkirina mazota sobeyan, kartên taybet derxistin.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê kartên taybet ji bo mazotê derxistin
6 sibat, 2020   09:13
REQA-EHMED EL-KEMIYAN

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh civînek bi komîteyên sotemeniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xist û tê de biryara derxistina kartên taybet ji bo belavkirina mazota sobeyan ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Têkildarî girîngiya kartên mazotê, hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê Sadiq Mihemed El-Xelef diyar kir ku bi rêya kartê wê mazot bi hêsanî û bi lez were belavkirin bêyî ku tê de tu tevlihevî çêbe û bi vê yekê her kes dikare bi rêya kartan mazota xwe wergire.

Sadiq Mihemed El-Xelef anî ziman ku dê kart di destpêka Adarê de bi rêya komîn û meclisan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were belavkirin û bi dawiya Hezîranê de bi dawî bibe.

El-Xelef da zanîn ku mazota ji bo sala 2020`an wê di destpêka Hezîranê de were belavkirin, da ku derengî di belavkirinê de çênebe û mazot bigihîje tevahî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

SÎSTEMA NÛ DÊ DI 20`Ê SIBATÊ DE WERE PÊKANÎN

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ji bo rêgirtina li pêşiya qaçaxtiya mazotê, sîstemeke çavdêriyê li ser stasyonên belavkirinê, danîna sîstemeke dayîna ruxsetan ji bo stasyonan, dayîna kamerayan li ser stasyonên mazotê, vekirina buroya ji bo pêşwazîkirina giliyên gel, heta ku di sîstema nû di 20`ê Sibatê de were pêkanîn.

Sedema derengmayîna beşa duyemîn a belavkirina mazotê, Sadiq Mihemed El-Xelef wiha rave kir: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9`ê Cotmehê de dest pê kir, ji ber rewşa hewayê û baranê ku nehişt kargeh mazotê derxin û sehrîcên ji bo veguhastina mazotê bi awayekî zehmet digihîştin cihê şîrketa ku mazotê derdixe."

(kc)

ANHA