Mîrî, bi derziya xwe kelepûra Suryanî diparêze

Mîrî Malkî bi nexşan parastina nasnameya Suryanî dike û bi dehan tabloyên nîşana mîrateyên Suryanî dikin, bi mala xwe ve daliqandiye.

Mîrî, bi derziya xwe kelepûra Suryanî diparêze
Mîrî, bi derziya xwe kelepûra Suryanî diparêze
Mîrî, bi derziya xwe kelepûra Suryanî diparêze
Mîrî, bi derziya xwe kelepûra Suryanî diparêze
6 sibat, 2020   09:07
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mozayîka jiyana hevbeş a pêkhateyan, kêmnetewan û olanên tê naskirin. Gelên  Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî bihev re dijîn. Mînaka pirrengiya li Tirbespiyê piştî Şoreşa Rojava karî civakeke hevgirtî ava bike.

Pêkhateyên navçeyê parastina mîrateyên xwe yên şaristanî kirin û çanda xwe ji berê zêdetir parastin. Sala 2012`an Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir û 21’ê Çileya 2014`an de li herêma Cizîrê Rêveberiya Xweser hate ragihandin. Li ser esasê sîstema Neteweya Demokratîk hemû pêkhate bi zimanê dayîka xwe fêr bûn, çand û foklora xwe parastin.

Mîrî Malikî (80) jineke Suryanî û ji gundê Mehrekan e. Mehrekan 5 km dikeve Bakurê Rojhilatê navçeya Tirbespiyê. Mîrî kar û xebata dirûnê û nexşandinê ji beriya 60 salî ve dike. Mîrî derbarê behreya xwe de wiha got: “Armanca min parastina nasnameya Suryaniyan e.”

Mala Mîrî ji malên li gundê Mehrekan û heta malên li nava navçeyê jî cudatir e. Ji ber bi dehan tabloyên bi nexşên destan daliqandîne û nîşana kelepura pêkhateya Suryaniyan didin.

Mîrî behreya nexşandinê ji dayîka xwe fêrbûye.Diya Mîrî kara bûkan çêdikir, xalîçe û rû ji maseyan re çêdikir.Mîrî tenê derziyê di karê xwe de bi kar tîne û dirêjbûna berhemên wê jî nezêdeyî 10 cm ye.

Mîrî derbarê westana karê xwe de wiha got: “Ji bo ez bi awayekî xweşik û nexşên cuda tabloya xwe çêbikim, ez bi baldarî nêz dibim. Lê tevî vê westanê jî karekî xweş e û her mirov tabloyekê bi dawî dike, mirov zêdetir teşwîq dibe.”

Li gelek nexşandinê Mîrî toran, lîfkikan û pêwîstiyên xwaringehan çêdike.

Mîrî Malkî got: “Hîn jî hin nexiş û tabloyên diya xwe diparêzim. Diya min ji beriya 40 salan mirîye, lê dîsa jî min hin nexşên diya xwe parastiye û bi karê xwe çanda Suryaniyan diparêzim.”

Mîrî Malkî di dawiya axaftina xwe hêviya misogeriya armamiya herêmê kir û got: “Ez hêvî dikim ku şêniyên herêmê yekîtiya xwe biparêzin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7zT_Ip0rsXQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>