Artêşa Tirk milkê wî desteser kir û dike baregeh

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê milkê Mehmûd Hemê talan kir û niha jî li ser zeviya wî baregehekê çêdikin. Mehmûd Hemê got "Jêdera qûta malbata min veguherandin bargeheke leşkerî. Tevahiya milkên min; traktor, motor, genim û heta derî û pencereyên mala min talan kirin."

Artêşa Tirk milkê wî desteser kir û dike baregeh
7 sibat, 2020   07:05
EYN ÎSA

Mehmûd Hemê ji şêniyên kantona Girê Spî ye ku wekî bi hezaran şêniyan rastî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatiye. Hemê jî ji ber hovîtiya artêşa Tirk ji gundê xwe Tîba yê girêdayî kantona Girê Spî koçber bûye. Hemê niha li navçeya Eyn Îsayê dimîne.

Hemê dibêje: "Ji ber topbarana dijwar a bêserûber em ji warên xwe derketin. Ji ber binpêkirinên çeteyan em nikarin vegerin malên xwe."

Hemê destnîşan kir ku bi rêya xizmên xwe yên ku li herêmê mane, zanî ku artêşa Tirk a dagirker zeviya wî ya bi rûbera 400 donim veguherandiye baregeheke leşkerî. Tê de odeyên ji çîmento ava kirine û dora wê bendên axî çêkirine.

Hemê diyar kir ku ew zevî jêdera qûta malbata wî bû. Her sal zevî diçandin da ku pêdiviyên malbata xwe pê peyda bike. Hemê got: “Beriya ku ez ji  gund koçber bibim, min zeviya xwe ji bo çandiniyê amade kiribû. Çeteyan ne tenê zeviya min, derdora 3 hezar hektar zeviyên şêniyên gund desteser kirine. Her wiha çete wan zeviyan bi tovên ku ji malên şêniyan dizîne, diçînin.”

Hemê destnîşan kir ku çete xwe wek xwediyên gund ên rastîn nîşan didin û got: “Ev hemû li gel bêdengiya civaka navneteweyî rû dide. Tevahiya milkên min talan kirin, traktor, xeraze, motor û genimê ku qûta zarokên min bû, talan kirin. Beriya du rojan min zanî ku derî û pencereyên mala min dizîne.”

Di dawiyê de Hemê got: "Em ji bangewaziyan aciz bûn. Civaka navneteweyî li hember azarên me bê deng e. Li ber çavên wan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê milkên me talan dikin."

(şx)

ANHA