Meclisa Wezîran a Sûdanê têkildarî civîna El-Burhan û Netanyahu dicive

Mecisa Wezîran a Sûdanê îro der barê hevdîtina duh a serokê meclisa nû Salar Ebd El-Fettah El-Burhan û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de civînekê li dar dixe.

Meclisa Wezîran a Sûdanê têkildarî civîna El-Burhan û Netanyahu dicive
4 sibat, 2020   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Sûdanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi rêya dezgehên çapemeniyê haya wan ji hevdîtina El-Burhan û Netanyahu çêbûye û ew li bendê ne ku vegere welêt da ku mijarê şîrove bike.

Serokwezîrê Îsraîlê bi rêya Twitterê ragihand ku li paytexta Ûgandayê Kambalayê, bi El-Burhan re hevdîtin pêk aniye. Her wiha got ji bo hevkariyê bi serokê Meclisa Serweriya Neteweyî ya Sûdanê re ji bo başkirina têkiliyên her du welatan, li hev kiriye.

Li gorî rojnameya Hearts a Îsraîlê, buroya serokwezîrê Îsraîlê bi daxuyaniyekê wiha got: "Ji bo başkirina têkiliyên her du welatan, me li ser destpêkirina hevkariyê li hev kir."

Her wiha hate diyarkirin ku Netanyahu pêşbînî dike ku Sûdan ber bi aliyê erênî ve diçe.

(cx)

ANHA