Dewleta Tirk nexweşxaneyên Efrînê digire

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê a dagirkirî, nexweşxaneyan digirin û çavkaniyên debarê yên şêniyan qut dikin da ku wan bide koçberkirin.

Dewleta Tirk nexweşxaneyên Efrînê digire
4 sibat, 2020   11:09
EFRÎN

 

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji Efrînê, artêşa Tirk a dagirker biryara girtina nexweşxaneyên Qenber, Cîhan, Dêrsim û El-Selam ên kantona Efrînê ku şêniyên Efrînê bi xwe vekirine, daye. Dewleta Tirk Nexweşxaneya Menar tenê di xizmetê de hiştiye ku girêdayî malbatên çeteyên ji Xûta ya gundewarên Şamê ne.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê, tê payîn ku biryar ji 15`ê Sibatê de were pêkanîn.

Dewleta Tirk a dagirker kiryarên bi vê rengî pêk tîne da ku şêniyên resen ji çavkaniyên debara wan ên bingehîn qut bike. Her wiha bacan li ser berhemên çandiniyê ferz dike û dest datîne ser erdan. Bi vê yekê dihêle şêniyên resen malên xwe biterikînin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih bikin.

(cx)

ANHA