Qanûna Karmendan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye?

Endamê komîteya amadekirina Qanûna Karmendan a Rêveberiya Xweser Mehir El-Temran got "Qanûna Karmendan dê bi awayekî erênî bandorê li tevahiya karmendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

Qanûna Karmendan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye?
4 sibat, 2020   09:44
REQA-EHMED EL-KIMYAN

Nûnerê Partiya Nûjen a Demokratîk û endamê komîteya amadekirina Qanûna Karmendan Mehir El-Temran girêdayî girîngiya qanûnê ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, axivî. Temran got: "Bendên qanûnê li gorî rêgezên neteweya demokratîk û têgehên wê hatin sazkirin, da ku bibe şoreşeke zanistî, ne tenê şiklî."

El-Temran bi bîr xist ku wan di amadekirina qanûnê de gelek qanûnên din mîna qanûna Sûriye, Misir, Îmarat û Lubnanê di ber çavan re derbas kirine û di encamê de teşeya dawîn a qanûnê amade kirine.

El-Temran destnîşan kir ku qanûn girîng e, ji ber ku dan û standina karmendan bi rêveberan re dûrî keyfiyetê û desthilatdariyê bi rêxistin dike. Ew têkilî bi rêya vê qanûnê tê kontrolkirin. El-Temran wiha domand: "Ew ê jî bi awayekî erênî li tevahiya karmendan li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

Di nav gotinên xwe de El-Temran got: "Leşkerên di nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, endamên desteyên dadwerî û perwerdekirina di zanîngehan de ji qanûnê hatine îstîsnakirin."

El-Temran wiha got: "Li gorî qanûnê karmend dabeşî 5 çînan dibin. Çîna yekemîn xwediyên bawernameyên payebilind mîna master, doktora û bawernameyên din in. Çîna duyemîn ji peymangehên navîn, zanîngeh û bawernameyên amadehiyê ne. Ya sêyemîn bawernameya navîn e. Çîna çaremîn karmendên xwedî tecrube ne. Di çîna pêncemîn de karmendên pîşeyî cih digirin. "

El-Temran wiha domand: "Ji girîngtirîn bendên qanûn, rêbazên erkdarkirinê, cezakirin, şandina karmendan ji saziyên din re, her wiha mijarên girêdayî destûran û erkên karmend û mafên wan."

El-Temran destnîşan kir ku di amadekirina qanûnê de tevahiya karmendên herêmên rêveberiyê wek hev kirine. Madeya yekemîn cudahiya cinsî yan jî nîjadî yan jî olî yan jî nêrîna siyasî di erkdarkirinê de qedexe dike.

El-Temran wiha pê de çû: "Qanûn mafên tevahiya çînan diparêze. Temenê malnişîniyê (teqawîd) di 60’î de dest pê dike, da ku rêya erkdarkirinê li pêşiya çîna ciwanan were vekirin."

Her wiha El-Temran behsa erkdarkirina malbatên şehîdan, astengdaran, gaziyan, qanûna dabînkirina karmendan mîna astengdarî, xetere û dabînkirina karê zêde, kir û diyar kir ku heta dijwarbûna kar û rêwîtî têne dabînkirin û got “Qanûn dê herî zêde di 3 mehan de pêk were. Bendên wê yên di dema niha de pêk tên, wê pêk werin.”

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di civîna xwe de ya ku di 1 û 2`yê Sibatê de li dar xistiyê, Qanûna Karmendan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.

Qanûna Karmendan a Rêveberiya Xweser ji 137 madeyan pêk tê. Ew made şert, ceza, erkdarkirin, erk û mafên karmendan diyar dikin. Her wiha fon, xelatên madî, karên zêde û gelek mijarên din ên girêdayî kar, diyar dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Rxckryj6GBo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>