Rojeva rojnameyên erebî – 4 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rewşa artêşa Tirk a li Sûriyê, her wiha der barê geşedanên li Lîbya û Iraqê de nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî – 4 Sibat
4 sibat, 2020   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ERDOGAN LI ROJHILAT Û ROJAVA WINDA DIKE

Rojnameyên erebî der barê liv û tevgera dewleta Tirk a li Sûriyê de nivîsî. Li ser mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze di têkiliyên xwe yên navdewletî yên li rojhialt û rojava de li ser benekî zirav bimeşe, lê xwînsarî û qumarbaziya wî ew ber bi têkçûnê ve bir, êdî nikare bi welatekî re jî têkiliyeke asê ava bike, lewma Tirkiye li herêmê û cîhanê bi tenê ma.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye li hember Rûsyayê pir qels bûye, ji ber ku di navbera her du welatan de êdî têkiliyên aborî yên mezin çêbûn, ew têkilî ji bo Enqereyê jiyanî ne. Her wiha xeta gaza Rûsyayê ku di Tirkiyê re derbas dibe û ji wir diçe Ewropayê, hiştiye ku Tirkiye bibe rehîneya  vê guherîna jeostratejîk.

Li gorî van rastiyan çavdêr dibêjin ku rexneyên Erdogan ji bo Moskovê û axftina wî ku dibêje pêvajoya Astana û Soçiyê miriye, ev hemû veguhastina cihê lîstikê ye di navbera wî û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de.

Pispor û çavdêrên rewşa Tirkiyê dibêjin "Erdogan yê ku berê qebûl kiribû ku fişarê li opozîsyonê bike da ku ji herêmên stratejîk vekişe û radestî hêzên rejîmê û yên Rûsyayê bike, bi taybet li Helebê, dikare hin herêmên din jî radest bike, beramberî bazareke nû. Dibe ku beramberî ku Tirkiyê hin herêmên di bin desthilatdariya Hêzên Sûriya Demokratîk de yên rojhilatê Sûriyê be”.

Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin "Erdogan naxwaze bi Rûsyayê re bikeve rikeberiyê, ji ber wî welatê wî bi tenê maye, ji ber helwesta Ewropayê ya li dijî destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê, her wiha ev hêz li dijî tevgera Tirkiyê ya lêgerîna petrolê li rojhilatê Deryaya Spî ne".

EL-BEYAN: DESTWERDANA TIRKIYÊ PARÇEBÛNA HIKÛMETA WÎFAQÊ ZÊDE DIKE

Der barê geşeanên li Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Destwerdana Tirkiyê hişt ku parçebûnên dîplomatîk di nava hikûmeta Wifaq a Lîbyayê de zêde bibin. Balyozê Lîbyayê yê Nîjerê Abdela Beşîr duh ragihand ku ew ji hikûmeta Wîfaqê veqetiyaye, vê yekê hişt ku qada parçebûnên dîplomatîk ên hikûmeta Terablusê fireh bibe.

Beşîr sedema veqetîna xwe nîşan da û got meclisa serokatiyê xwe daye aliyê hin hêzên ku dixwazin aramiya Lîbyayê têk bibin.

Çavkaniyeke agahdar a Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê ji El-Beyan re diyar kir ku di demên pêş de dê hin parçebûnên dîplomatîk di hikûmeta Wîfaqê de pêk bên, ji ber ku gelek balyozên Lîbyayê yên li Ewropa, Afrîka û dewletên erebî diyar kiriye ku ew li dijî destwerdana Tirkiyê ne.

Çavkaniyan diyar kir Wezareta Karên Derve bi balyozên xwe yên derve re di nava têkiliyê de ye û nameyên lezgîn ji wan re bi rê kirin û ji wan xwestiye ku li şûna hikûmata El-Sîrac a ne rewa, werin aliyê parlemana rewa.

ŞERQ EL-AWSAT: ELAWÎ XWE DIDE ALIYÊ TEVGERA GELÊ IRAQÊ

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya Şerq El-Awsat wiha nivîsî: "Erkdarê serokwezîriya Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî beriya ku têkiliyên avakirina hikûmetê dest pê bike, xwe nêzî tevgera gel kir û xwe wek nûnerê xwepêşandêran da nîşandan, wî xwest bi vê yekê helwesta alî û hêzên siyasî nas bike. Di vê navberê de lîderê Tevgera Sedr Muqteda El-Sedr ji aîgirên xwe xwest ku li kolanan bimînin, lewma di qadên xwepêşandanan de parçebûn çêbû.

Diyar bû ku hinek hêz û aliyên siyasî xwest nameyên xwe ji Elawî re bişînin, wan xwest ku hin vetoyan deynin ser hikûmetê, lewma hin alî dibînin ku ewê kesên ku berê wezîr bûn, di hikûmetê de bihêlin.

Çavkaniyeke agahdar ji Şerq El-Awsat re diyar kir ku Elawî dixwaze hikûmeteke dûrî aliyên siyasî ava bike, her wiha dê tu destwerdana aliyên siyasî nepejirîne. Lê çavkaniyan her wiha diyar kir ku ta niha ne diyar e ka dê Elawî bi çi awayî wezîrên xwe hilbijêre, diyar e ku ewê li gorî hevsengiya pêkhateyan hilbijêre.”