Li Şedadê rêjeya bêkariyê kêm bûye

Bi avakirina saziyên Rêveberiya Xweser li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê û xebitandina ciwanan di nav saziyan de rêjeya betaliyê li navçeyê ji sedî 80 daket.

Li Şedadê rêjeya bêkariyê kêm bûye
4 sibat, 2020   08:13
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Ji destpêka rizgarkirina Şedadê û gundewarên wê, Rêveberiya Xweser da ku jiyaneke bi ewle û alîkariya sivîlên herêmê bike, saziyên sivîl, xizmetkarî û şaredarî vekir.

Naveçeya Şedadê û gundewarên wê wekî herêmên din ên çeteyên DAIŞ`ê dagikiribûn, zehmetiya betaliyê dikişandin.

Lê piştî QSD`ê navçeya Şedadê rizgar kirin, ewlehî û aramî misoger kirin, rêveberiya navçeyê ava kirin. Bi hezaran şênî vegeriyan malên xwe û dema Rêveberiyê û Meclisa Navçeya Şedadê hatin avakirin, derfetên kar zêdetir bûn.

Têkildarî mijarê şêniyên navçeyê diyar kirin ku Rêveberiya Xweser û Meclisa  Navçeyê ji sedî 80 rêjeya betaliyê kêm kir, ji ber di nava saziyên xwe de derfetên kar dabîn kir.

Ji girîngtirîn qadên hatiye vekirin û derfetên kar ji ciwanan re dabîn kiriye, qada perwerdê ye. Derfetên kar ji ciwanan re dabîn kir û di avakirina civakê de roleke sereke lîstin.

Mamoste Xidir Feyad wiha anî ziman: “Rêveberiya Xweser girîngî da ciwanên xwedî bawernameyên navîn û  dibistanên bilind. Saziyên rêveberiyê vekirin, nexasim li qada perwerdêyê kar ji mamosteyan re dabîn kir.”

Feyad bal kişand ser keda Rêveberiya Xweser di peydakirina karan de û wiha got: “Rêveberiyê proje vekir û planên têkbirina betaliyê danîn, lewma rêjeya betaliyê kêm bû.”

Karmend Elî Cerad axivî û wiha got: “Ji destpêka rizgarkirina navçeya Şedadê ve Rêveberiya Xweser guhdan bi mijarê betaliyê kir û li gorî derfetên xwe bû bersiv.”

Piştî ewlehî û armamiyê navçeyê misoger bû, derfetên kar zêdetir bû.

Cerad bal kişand ser, saziyên xizmetkariyê ciwanên xwendevan pêşwazî kirin û bi vê yekê rê li pêşiya betaliyê girtin.

Di vê mijarê de serokê Meclisa Navçeya Şedadê Yasir Dexîm got: “Buroya Karûbarên Civakî ya meclisê heta astekê derfet ji ciwanan re peyda kirin. Nexasim malbatên şehîdên ên di saziyan de, Desteya Enerjiyê û Şaredariyan, qada perwerdê û di gelek qadên din de cihê xwe digirin. Rêveberiya Xweser tevî dorpêçê û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, bi armanca alîkariya şêniyên herêmê bike, fonê karmendên xwe zêde kir.”

Hêjayî gotinê ye ku QSD’ê di 19 Sibata 2016`an di pêngava Xezeba Xabûrê de, herêma Şedadê rizgar kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/biatNQe4y3I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>