HRE: Li Şera û Mareyê 5 çete hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku duh li navçeyên Şera û Mareyê li dijî çeteyên artêşa Tirk 2 çalakiyên sabotajê li dar xistine û di çalakiyan de 5 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne

HRE: Li Şera û Mareyê 5 çete hatin kuştin
4 sibat, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh li navçeyên Mare û Şera yên Efrînê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistine û li Şerayê çeteyek, li Mareyê jî 4 çete hatine kuştin, her wiha 3 çete jî di wan çalakiyan de birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

 “Di roja 3’yê Sibatê de li gundê Meryemîn ê navçeya Şera û li herêma Mareyê ji aliyê hêzên me ve li hemberî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de li Meryemînê çeteyek hat kuştin, li Marêye jî 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê bi tank, obus û hewanan gundên navçeyên Şêrawa, Şêra û gundên herêma Şehbayê bê navber topbaran kirin. Di heman demê de li ser herêmê tevgera balafirên şer û balafirên keşfê çêbû.”