Mijarên rojnameyên erebî – 3 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê, têkiliyên Rûsya û Tirkiyê, rewşa Iraqê û ‘Peymana Sedsalê’ de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 3 Sibat
3 sibat, 2020   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: LI IDLIBÊ RIKEBERIYA RÛSYA Û TIRKIYÊ; DIBE KU LI SÛRIYÊ JI HEV DÛR BIBIN

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de nivîsîn. Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Idlibê de wiha nivîsî: "Artêşa Sûriyê bi piştgiriya Moskovê li gundewarên Heleb û Idlibê bi pêş de diçe, têkiliyên Rûsyê û Tirkiyê jî aloz dibin. Artêşa Sûriyê dest danî ser nêzî 50 gund û bajaran û di rêya xwe de xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî dorpêç kirin, ji xwe ev xalên ku di sala 2018`an li gorî lihevhatinên Sûçi`yê hatibûn avakirin êdî tu karên wan nemaye.

Tirkiyê jî rikberiya Rûsyayê kir û roja yekşemê hêzeke "mezin" rêkire herêmê, her wiha hate gotin ku Rûsyayê derdora karwanê leşkerî yê Tirkiyê bombebaran kir, ev nameyeke hişyariyê bû.

Moskov û Şam dixwazin wek armanceke sereke rêyên M4 û M5 bixin bin destê xwe ku her du rê wek damarên jiyanê ne, rêya M4 deriyê El-Yarubiyê yê li ser sînorê Iraqê bi bajarê Laziqiyê yê li ser Deryaya Spî ve girê dide, rêya M5 jî ji Helebê dirêjî deriyê Tenefê yê li ser sînorê Urdinê dibe.

Beşeke girîng a vê rêyê di parêzgeha Idlibê re derbas dibe. Piştî ku artêşê hefteya derbasbûyî Meret El-Nûman girt û nêzî Seraqibê bû, êdî Tirkiye ditirse ku pelika xwe ya girîng ji dest bide, bi taybet piştî ku xetên parastinê yên komên cîhadîst ku Tirkiyê pişta xwe bi wan germ dikir, têk çûn.

Çavdêr dibêjin ku van geşedanan hişt ku Tirkiye bi lez destwerdanê bike û hêzên mezin bişîne herêmê, ew hewl dide ku pêşdeçûna artêşê rawestîne û Rûsyayê neçar bike ku guhdarî daxwazên Tirkiyê bike.

Çavdêr her wiha dibêjin; ev hewldana Tirkiyê ku dixwaze rewşeke nû ferz bike, dê têkiliya wê û Rûsyayê têxe aloziyan, jixwe Rûsyayê helwesta xwe eşkere kir ku pêwîst e her du rê bikevin bin kontrola hikumetê, paşê jî tevahiya Idlibê û derdora wê kontrol bike.

Di vê navberê de balafirên Rûsyayê bajarê Babê ku dikeve nava herêmên operasyona Mertalê Firatê ya Tirkiyê, bombebaran kir. Li gorî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê balafirên Rûsyayê 3 deverên bajarê Babê bombebaran kirin û di encamê de welatiyekî sivîl birîndar bû.

ŞERQ EL-AWSAT: LI DIJÎ ERKDARKIRINA ELAWÎ XWEPÊŞANDAN… EL-SEDR JÎ DENGÊ XWE LI DIJÎ ‘TEVGERA GEL’ BILIND KIR

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: "Duh bi hezaran welatiyên Iraqê li paytext Bexedayê û hin bajarên din li dijî erkdarkirina Mihemed Tewfîq Elawî ji bo serokwezîriyê daketin xwepêşandanan. Xwepêşandêr dibêjin ku Elawî ne li gorî daxwaza wan e, jixwe wan berê daxwaz kiribû ku kesekî ‘serbixwe be, berê tu erkên wezîriyê negirtibe, ne xwediyê hemwelatiya du welatan be û temenê wî ne zêdetirî 55 saiyê be’.

Xwepêşandêr li Qada Tehrîr kom bûn û bi hev re bang kirin "Tewfîq .. ev gel te naxwaze".

Li Qada Wasbayê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşdêran de pevçûnan rûda, her wiha hin pevçûn di navbera alîgirên El-Sedr û xwepêşandêran de jî rûdan. Li parêzgehên din ên Iraqê jî xwendekar daketin meydanan, xwepêşandêran li bajarên Necaf, Kerbela û Dîwaniyê rêyên sereke birîn. Hate gotin ku xwepêşandêr li Necefê rastî êrîşa komên çekdar hatin û hin kes birîndar bûn.

Di vê navberê de Muqteda El-Sedr ji alîgirên xwe xwest ku piştgiriya hêzên ewlehiyê bikin da ku rêyan vekin. Xwepêşdandêran diyar kir ku ev nîşanên hewldana çewisandina protestoyan e.

EL-IMARAT EL-YAUM: PROJEYA SEDSALÊ… AMERÎKA DIPARÊZE, EWROPA LI NAVÊ YE Û RÛSYA JÎ BI GUMAN E

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Hefteyek derbas bû, piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump "Peymana Sedsalê" ragihand. Her wiha beriya rojekê meclisa Yekitiya Ereban helwesta xwe ya dijî projeyaê ragihand. Niha jî endezyarê vê projeyê û şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner derket û parastina projeyê kir û diyar kir ku ew proje dê "rêya geşkirinê" be ji bo gelê Filistînê. Lê Rûsya helwesta xwe hinekî din bilind kir û nêzî nepejirandinê dibe. Jixwe di vê navberê de li Filistînê protestoyên li dijî projeyê dewam dikin."