Civîna salane ya Kongreya Star dest pê kir

​​​​​​​Beriya niha bi çend kêliyan civîna salane ya Kongreya Star li bajarokê Rimêlan dest pê kir.

Civîna salane ya Kongreya Star dest pê kir
3 sibat, 2020   08:41
QAMIŞLO

Beriya niha bi çend kêliyan civîna salane ya Kongreya Star dest pê kir. Civîn li hola Sendîkaya Karkeran a li bajarokê Rimêlan ê girêdayî navçeya Girkê Legê tê lidarxistin.

80 nûnerên Kongreya Star ji herêmên cuda yên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûne.

Tê payîn di civînê de raporên salane yên Kongreya Star ên her sê herêman werin xwendin, nirxandin û projeya xebatên salekê were danîn. Civîn dê du rojan dewam bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b_KdNThqkcY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>