Piştî kuştina leşkerên Tirk li Idlibê dewriyeya hevpar a Rûsya-Tirkiyê hat taloqkirin

Dewleta Tirk a dagirker piştî hêzên wê li Idlibê ji aliyê rejîma Sûriyê ve rastî topbaranê hatin û bû sedema kuştin û birîndariyan, red kir ku bi polîsên leşkerî yên Rûsyayê re li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê yê li rojhilatê bajarê Kobanê derkeve dewriyeyê.

Piştî kuştina leşkerên Tirk li Idlibê dewriyeya hevpar a Rûsya-Tirkiyê hat taloqkirin
3 sibat, 2020   09:04
KOBANÊ

Dihate payîn ku dewriyeya hevpar a di navbera hêzên dewleta Tirk a dagiker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê de li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li rojhilatê bajarê Kobanê li gorî lihevkirina lûtkeya Soçî ya di navbera Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan a 22’yê Cotmeha borî de çêbûye, pêk bihata.

Dewleta Tirk bi hinceta topbarana rejîma Sûriyê li dijî hêzên dewleta Tirk ên li parêzgeha Idlibê pêk hatiye ku di encamê de li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 9 jî birîndar bûne, dewriye taloq kir.

6 panzerên Rûsyayê tevî 2 helîkopterên şer li ser sînorê rojhilatê Kobanê li gundê Xerîb zêdetirî saetekê li benda derbasbûna panzerên dewleta Tirk a dagirker ya xaka Sûriyê bûn ku dest bi dewriyeyê bikin. Lê belê fermandarên leşkerî yên Tirkiyê Rûsya agahdar kir ku dernakevin dewriyeyê.

Piştî wê panzerên Rûsyayê vegerîn baregehên xwe yên li Kobanê. Li aliyekî din jî çavkaniyan ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku Fermandariya Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya baregeha Himêmînê dê îro civînekê li dar bixe da ku pêşketinên dawîn ên li xaka Sûriyê, topbarana ku li dijî hêzên dewleta Tirk li Idlibê pêk hatine û mijara dewriyeyên hevpar bi dewleta Tirk re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Mi_p7osIwE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>