Ehmed Şêxo: Civînên dualî berê kongreya Berlînê guhart

Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ehmed Şêxo got: “Tirkiye, ji bo pêkanîna projeyên xwe piştgiriya komên tundraw dike. Di milekî din de serdana Merkel ji Erdogan re kongreya Berlîn a têkildarî rewşa Lîbyayê paşguh kir.”

Ehmed Şêxo: Civînên dualî berê kongreya Berlînê guhart
3 sibat, 2020   05:35
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Hin dewletên herêmî berjewendiyên xwe yên ne yesayî li herêma Rojhilata Navîn bi cih tînin, nexasim nakokiyên ji sala 2011`an ve li Sûriyê diqewimin û rewşa Lîbyayê. Rewşa Lîbyayê û Sûriyê asta nakokiyên berjewendiyên li ser xakê û biryarên di encama kongre-civînên navdewletî têne encamadan, diyar dikin.

Almaniya ku kongreya Berlînê ya têkildarî qedexekirina şandina çeteyên Erdogan ber bi Lîbyayê ve pêşwazî kir, diyar e ku berjewendiyên wê raserî berjewendiyên Osmaniyên ên li Lîbyayê hatine û siyasetmedar vê yekî wekî paşguhkirina kongreyê li Berlînê  dinirxînin.

Hin siyasetmedar serdana şêwirmenda almanî Angela Merkel ji Enqerayê re, wekî guhatina berê encamên kongreyê Berlînê dinirxînin.Di encamê de hîn jî Tirkiyê komên tundrew di bin navê cîhadî, dişîne Lîbyayê.

Di vê çarçoveyê de endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ehmed Şêxo axivî û got: “Ji berjewendiyên dewleta Tirk e ku çeteyan zindî bike. Ji ber dixwaze bi rêya van çeteyan împratoriyeta Osmanî zindî bike. Ji ber vê yekê ji destpêka aloziya Sûriyê ve piştgiriya komên li Sûriyê dike. Hebûna çeteyan li herêmê tê wateya destwerdana dewleta Tirk ji herêmê re. Lê dema çete ji herêmê derkevin dê dawî li xewnên Erdogan were. Li gel vê yekê dê dewleta Tirk bendên Berlînê erê neke.”

‘HEBÛNA TIRKIYÊ DAIŞ`Ê ZINDÎ DIKE’

Ehmed Şêxo, wiha li axaftina zêdir kir: “Dewleta Tirk hîn jî piştgirya DAIŞ`ê dike. Lewma bi dawî nebûne. Tenê nav û cil guherî ne.”

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê navên serçete û çeteyên DAIŞ`ê yên di nava Artêşa Wetenî ya Sûrî de cihê xwe digirin, eşker kir û amaje bi piştgiriya Dewleta Tirk ji çeteyan re kir. Lewma herêmên wekî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Her wiha Ajansa Nûçeyan a Hawarê navên 500 çeteyên ji pêngavên rizgakirinê dema QSD`ê têkoşîna tunekirina baregehên DAIŞ`ê li herêmê dida meşandin, reviyan diyar kir.

Ehmed Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk çeteyan bi armanca zextê li civaka navdewletî bike û projeyên xwe qezenc bike, dike.

Di milekî din de, biryarên qedexekirina belavkirina çeteyên DAIŞ`ê û tê wateya sînorkirina berjewendiyên hikumeta Tirkiyê. Lewma bi gelek awayan zextê li civaka navdewletî dike.

‘SERDANA MERKEL JI TIRKIYÊ RE, BERÊ KONGREYA BERLÎNNÊ GUHART’

Têkildarî serdana Mergel a dawîn ji Enqerayê û hevdîtina bi Erdogan re Ehmed Şêxo wiha anî ziman: “Civîna dualî encamên kongreya Berlînê guhart. Li gel vê yekê mirov mat dimîne, di milekî de Merkel kongreya Berlînê pêşwazî dike û di milekî din de bi Erdogan re civînên dualî li dar dixîne.” 

Lewma serdana Mergel ji Erdogan re encamên kongreyê Berlînê guhart û zêdetir rê da Tirkiyê, ku çeteyan bişîne Lîbyayê.

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê diplomatik ê Rêveberiya Xweser şaxê Ewropa wiha axivî: “Hevdîtinên dualî yên di navbera Erdogan û Mergel de di rastiya xwe de ji bo binpêkirina biryarên navdewletî ye. Mînaka wê jî dema Heq Veto di rûyê hin biryarên navdewletî de bilind dike. An jî wekî kongreyên ji bo aloziya Sûriyê bi rê ve çûn e.Di encamê de gelek biryarên têkildarî çareseriya aloziya Sûriyê derketin. Lê bi hevpeymanên dualî û bi Heq Veto ve sînordar kirin. Di dawiyê de serdana Mergel û Erdogan rê dide Erdogan ku siyaseta xwe ya dagirkerane berdewam bike.”

Di milekî din de Şêxo Yekîtiya Ewropa rexne kir û got: “Ewropa pêk ve cihê rexneyê ye, tevî metirsiya hebûna çeteyan baş dizanin, lê dîsa jî bêdeng e. Tirkiyê bi şandina çeteyan ber bi Ewropayê ve gefan li Ewropayê dixwe.”

‘YE SIYASETA TIRKIYÊ RED DIKE, LÊ HETA NIHA BIRYARÊN CIDÎ NESTANDIYE’

Ehmed Şêxo têkildarî helwesta dewletên Ewropa ji siyaseta hikumeta Tirkiyê wiha anî ziman: “Dewletên Ewropa siyaseta hikumeta Tirkiyê red dike. Lê heta vê kêliyê biryarên cidî ranegihandiye.”

Di dawiyê de Ehmed Şêxo wiha got: “Tirkiyê bi civînên dualî biryarên navdewletî bin pê dike. Wekî ku bi Rûsya , Amerîka û Almaniyayê re kir û dike. Dewleta Tirk naxweze aloziya Sûriya yan jî rewşa Lîbyayê bi dawî bibe. Lê belê ji bo projeyên xwe dixweze rewşa kirîzan berdewam be. Ji ber vê yekê divê aliyên li ser xaka Sûriyê bi nakok in. Yekser çareseriya aloziya Sûriyê diyar bikin û li ser maseya diyalogên Sûrî-Sûrî bicivin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4xxMV5a6ORE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>