Himêmîm: Êrişa bi balafirê bi mirov hate têkbirin

Serokê navenda lihevanînê ya Rûsiyê li Sûriyê general Yuri Burenkov ragihand ku pergala parastinê ya baregeha Himêmîm şevê din tevgera balafirên bê mirov ku ji herêma "kêmkirina şer" li Idlibê ber bi Himêmîmê ve şopand.

Himêmîm: Êrişa bi balafirê bi mirov hate têkbirin
2 sibat, 2020   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Yuri Burenkov got, alavên şer ên elektronîkî li baregehê hemû balafiran asteng kirin, bêyî ku ti birîndar û ziyanek madî re çêbibin. Her wiha ragihand ku baregeha hewayî ya Rûsyayê bi berdewamî dixebite.

Serokê navenda lihevanînê ya Rûsiyê li Sûriyê bang li "Komên çekdar kir ku dest ji santajên xwe berdin û çareseriyeke aştiyane ji bo herêmên di bin serweriya wan de pêk bînin. "

Li herêmên "Kêmkirina şer" şerên giran rû didin, hêzên rejîma Sûriyê êrişî gundewarê Idlibê dike, ji aliyê xwe ve komên çete yên girêdayî Tirkiyê êrişî gundewarê Helebê dikin.

Li aliyekî din Tirkiyê kerewamên leşkerî li gundewarên Heleb û Idlibê zêde dike da ku pêdeçûna hêzên rejîmê ber bi rêya M5 û Seraqibê asteng bike.