Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin

Yekem radyoya taybet bi pêkhateyê Suryan weşandê dike bi navê "Suroyo Fm" hate vekirin.

Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin
Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin
Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin
Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin
Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin
Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin
Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin
Radyoya "Suroya Fm" hate vekirin
2 sibat, 2020   17:40
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna dezgehên çapemeniyê yên xwecihî, meclisên  xwecihî yên Suryana Ortodoks, keşeyên Suryan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) radiyoya (Suroyo) li bajarê Qamişlo ya li herêma Cizîrê hate vekirin.

Radyo dê rojane ji saet 08:30‘an heta 20:00‘an li ser înternêtê bi frekanca 95,5 weşanê bike.

Rêveberên Radyoya Suroyo Marya Hena û Samîr Hena bi zimanê Erebî û Suryan axivî, vekirina radyo li tevahî gelên Bakur û Rojihlatê Sûriyê, bi taybet gelê Sûriyê pîroz kir û gotin, ev radyo dê bibe gava nêzîkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li welat û derveyî wê.

Rêveberên radyoyê destnîşan kirin ku dê bernameyên cilereng bi zimanên suryan, asurî û kildanî werin weşandin.

Piştre nameyên pîrozbahiya vekirina radyoyê hatin xwendin. Her wiha endamên radyoyê stran gotin.

Deriyê avahiya radyoyê ji aliyê xwişka şehîd Basil Telya, Mereym Telya ve hate vekirin. Basil Telya sala 2015‘an li dijî êrişên çeteyên DAIŞI‘ê yên li ser gundên Xabûrê yên navçeya Til Temirê şehîd bibû, hate vekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vtXG34Ip8xk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>