Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome

Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê di roja xwe ya 8‘an de berdewam dike. Şanoya îro ya "Tu bi xêr hatî Cuha" bû.

Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê didome
2 sibat, 2020   16:45
ŞEHBA

4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê di roja xwe ya 8‘emîn de li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê didome. Îro şanoya "Tu bi xêr hatî Cuha" hate pêşandan. Nivîskarê vê şanoyê Ehmed Îsmaîl e û derhêner Hêwa Betal e.

Destpêkê berhema pêlîstokê hate pêşandan. Pêlîstok bal kişand ser bandora neyînî ya înternêtê li ser jiyanê civakî û çawa mirov ji derdorê dûr dikevin.

Piştre şanoya "Tu bi xêr hatî Cuha" destpê kir. Cuha û kerê xwe di gundekî de ne, baweriya xelkê gund peykerek e ku ji xwe re wekî serok dibîne. Gundê li derdora peyker anku rêberê xwe şahiyê dikin. Dema ku Cuha bi kerê xwe de di ber şahiyê re derbas dibe, dibîne ku çawa xelk bi peyker bawer e, peyker li erdê dide û dibêje ev ne rêber e, ev tenê peykereke, lê xelk bawer nake û Cuha ji gund derdixin.

Cuha yê ku ji gund hatî qewitandin, tehemul nake ku baweriya xelkê gund peykereke be, heya jê tê hewl dide gundiyan hişyar bike, lê gundî qebûl nakin.

Şêniyên gund di nav zulmê de ne û jin tê de bê maf e.

Ev şano rewşa li gelek dewletên cîhanê vedibêje ku desthilatdarî gel hukm dike û qanûnan li ser wê ferz dike, rexmî ku gel bi qanûnan ne bawer e.

Di dawiyêe hewldana Cuha bi ser dikeve û gundî fikara xwe ya ku peyker rêber e rast dike, li ser vê yekê Cuha dibe rêber û bi edaletî û wekhevî gund bi rêve dibe. Ji ber ku gundî nikarin di vê rewşê de bijîn, li dijî Cuha derdikevin wî înfaz dikin. Di dawiyê de kerê Cuha dibe serok.

Derhênera şanoyê û lîstikvan Hêwa Betal der barê mîhrîcanê de anî ziman ku "Fikira destpêkirina mîhrîcana Mîtan gaveke girîng ji bo şanoya Kurdî ye. Mîhrîcana Mîtan di mewsimê xwe yê çaran de gaveke din e ku nameyek aştiyê dide cîhanê, navaroka nameyê ew e ku doza me rexmî koçberiyê heye û danûstandinên me bi zimanê şano û bedewbûnê ye."

Hêwa armanca mîhrîcanê destnîşan kir û got: "Em hewl didin pirekê di navbera xwe û çandên din de ava bikin. Mîhrîcana Mîtan sûdek mezin da ku û min di warê lîstikvanî û derhênerê de pêş xist."

Arya Kerad ya 12 salî wekî lîstikvan beşdarî şanoyê bibû, kêfxweşiya xwe  anî ziman û got: "Ez beşdar şanoya Tu bi xêr hatî Cuha bûm. Ez gelekî kêfxweş im ku beşdarî şanoyê bûn. Di wê baweriyê de me ku heger em Efrîn rizgar bikin dê mîhrîcana bê baştir be."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DT2Aki4ds0U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>