Rewşa siyasî ji şêniyên Minbicê re hate şîrovekirin

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi civînekê geşedanên dawî ji şêniyên xeta rojava ya bajarê Minbicê re şîrove kir û rêgez û armancên partiyê bi wan dan naskirin.

Rewşa siyasî ji şêniyên Minbicê re hate şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Minbicê re hate şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Minbicê re hate şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Minbicê re hate şîrovekirin
2 sibat, 2020   16:10
MINBIC

Civîn bi beşdarbûna bi sedan şêniyên taxên rojava yên bajarê Minbicê di bin konekî de ku li çarxerêya Dela hatibû vedan, lidar ket.

Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îmad Mûsa pêşketinên ku li herêmê rû didin, şerê li Heleb û Idlibê yê di navbera rejîma Sûriyê û komên çete de şîrove kir.

Îmad destnîşan kir ku li gel gûrbûna rewşê dibe ku şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê çalak bibin û got, çeteyên DAIŞ‘ê mirovahî tehdîd dike lew ra divê civaka navnetewî ji vê yekê hişyar be.

Seroka Buroya Minbicê ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ezab Ebûd rêgez û armancên partiyê diyar kir ku got, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê girîngiyê dide ku çareseriya aloziya Sûriyê divê ne nespêra aliyên derve û çareseriyê leşkerî, lê belê divê  çareserî bi diyalogên navxweyî destpê bike.

Ezab diyar kir ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hewl dide pirrengiyeke partiyekî û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan di bin banê projeya netewa demokratk a dûrî navendîbûnê de pêk bîne, armanca yekem a partiyê bidawîkriina aloziya Sûriyê bi rêya çareseriyên Sûrî.

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA