Rêveberiya Xweser qanûna karkeran erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di danişîna xwe ya 26`emîn de ku 2 rojan dewam kir, qanûna yekkirina karkeran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.

Rêveberiya Xweser qanûna karkeran erê kir
Rêveberiya Xweser qanûna karkeran erê kir
Rêveberiya Xweser qanûna karkeran erê kir
2 sibat, 2020   13:01
REQA

Îro Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di danişîna xwe ya ku duh dest pê kiriye de, madeyên mayî yên qanûna yekkirina karkeran a Rêveberiya Xweser erê kirin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh danişîna xwe ya yekemîn a sala 2020`an li dar xist û du rojan dewam kir. Di roja yekemîn de meclisê 94 madeyên qanûna yekkirina karkeran erê kiribû. Îro jî madeyên mayî yên qanûnê hatin erêkirin.

Danişîna meclisê li hola civînan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê li bajarê Reqayê li dar ket û du rojan dewam kir. Hevserokên meclisa giştî Sîham Qeryo û Ferîd Etî, endamên desteya serokatiya meclisa giştî, piraniya endamên meclisê, her wiha komîteya amadekirina qanûna karkeran û  hevseroka giştî ya mecilsa rêveber Emîne Osî, tev li danişînê bûn.

Di roja duyemîn de endamê desteya serokatiyê Yasir El-Silêman madeyên mayî yên qanûnê xwendin û bi komîteya ji bo amadekirina qanûnê hatiye erkdarkirin û endamên meclisa giştî re nîqaş kirin.

Piştre xal û navaroka madeya qanûna yekkirina karkeran a Rêveberiya Xweser hatin xwendin û nîqaşkirin. Endamên meclisê di roja duyemîn a danişînê de 43 made erê kirin. Bi vê yekê 137 madeyên qanûnê hatin erêkirin û rûniştin bi erêkirina giştî madeyên qanûnê bi dawî bû.

Qanûna karkeran a Rêveberiya Xweser ku ji 137 madeyan pêk tê, şert û mercên erkdarkirinê û karmendiyê û erkên wan diyar dike. Her wiha fon, xelatkirin û karên derveyî dewamê û tiştên din ên girêdayî kar, diyar dike.

Tê payîn ku qanûn piştî 3 mehan ji erêkirinê bikeve meriyetê, da ku çawaniya pêkanîna wê bi Desteya Aboriyê û Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara kesên ku derfetên kar li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, 250 hezar e.

(cx)

ANHA