Josep Borrell dê serdana Îranê bike

Nûnerê karên derve û polîtîkayên ewlehiyê yên YE’yê Josep Borrell di vê hefteyê de dê serdana Îranê bike da ku mijara sivikkirina nakokiyan lêkolîn bike.

Josep Borrell dê serdana Îranê bike
2 sibat, 2020   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Yekitiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyekê ragihand ku Josep Borrell dê serdana Îranê di vê hefteyê de bike ku hevpeyvînekê bi rayedarên Îranê re bi hewldana sivikkirina asta nakokiyan bi Tehranê re, pêk bîne.

Dê Borrell di serdana rojên duşem û sêşemê de serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û wezîrê karên derve Mihemed Cewad Zerîf bibîne.

Di daxuyaniya YE’yê de ev tişt hate gotin: "Li gel Josep Borrell nîqaşên xurt hene ku beşdarî diyaloga dîplomatîk bi hevkarên li herêmê re bibe, da ku asta nakokiyan sivik bike û hewl bide çareseriyên siyasî ji krîza niha re deyne."

Borrell di 24’ê Çileyê de bang li dewletên li ser peymana nukleerê ya li Viyanayê îmze kirine, kir ku civînekê di Sibatê de li ser parastina peymana li ber xetereya hilweşandinê ye, pêk bînin.

Li Viyanayê Îranê li ser sekinandina bernameya xwe ya nukleerê li hember rakirina cezayên aborî yên navdewletî li dijî wê, erê kir. Lê belê derketina DYA ji peymanê vekişî û ji nû ve ferzkirina cezayên li dijî Îranê vegerî û Îran ji sûdwergirtina aboriya peymanê bê par hişt.

Piştî ku DYA’yê fermandarê leşkerî yê Îranê Qasim Suleymanî li Iraqê di destpêka Çileyê de kuşt, nakokiyên li herêmê zêdetir bûn.

(fr)