‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘

Endama Komîteya Amadekar a 4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê Rûmet Beko anî ziman ku lidarxistina mîhrîcanê di şert û merên koçberiyê de serkeftineke mezin e û xebatên şanoyê zindî dike

‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘
‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘
‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘
‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘
‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘
‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘
‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘
‘Lidarxistina mîhrîcanê di nava mercên zehmet de serkeftinek e‘
2 sibat, 2020   07:54
ŞEHBA – CAFER CAFO – XANDÎ ELO

Destpêka xebata şanoyê li bajarê Efrînê, di çarçoveyek teng de geş bûye, şano bal dikişandin ser hin pirsgirêkên civakî bêyî ku behsa babetên neteweyî û neteweyî bike.

Xebatên şanoyê yên wê demê bi tenê bi skeç û lîstokên kurt bi beşdariya çend kesên di navbera 3 û 4 kesan de sînordar bûn, û di şahî û pîrozbaiyên Cejna Newrozê de hatin nîşandan.

Rewşa şanoyê bi vî awayî ma heta destpêka şoreşa Rojava û rizgarkriina Efîrnê ji rejîma Sûriyê. Piştre bendên ku rejîma Baas li ser pêşketina xebatên şanoyê ferz kiribûn, ji holê bûn.

Têkildarî rewşa şanoyê li Efrînê û pêşketina wê, Rêveberiya Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê û endama Komîteya Amadekar a 4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Mîtan Rûmet Beko ji me re axivî. Rûmet got: "Dîroka şanoyê li Efrînê ne kevn e. Ji ber zulma rêjîma Sûriyê ya li ser kurdan piraniya xebatên şanoyê wekî skeçan bû û di çaroveyeke teng de bûn ku di şahî û cejna Newrozê de dihatin pêşandan."

Hizra Mîhrîcana şanoyê di sala 2014‘an de derket û piştre navê "Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê" lê hat kirin. Ev gava yekemîn ji bo pêşxistina warê şanoyê bû.

Komên ciwanên xwedî bawernameyên bilind ên alaqedarî şanoyê dest bi pêşxistina şanoyê kirin. Ev mijar bi alaqeyeke mezin ji aliyê hezkiriyên şanoyê ve hate nîşandan. Di vê derbarê de dewreyên perwerdeyê yên şanoyê û nivîsanina testên şanoyê hatin vekirin.

Tevî astengî, dijwarî û derfetên kêm, karê şanoyê pêşve çû û sê dewreyên serkeftî yên Mîhrîcana Mîtan derbas bûn. Heya destpêka sala 2018‘an, dema ku Tirkiyê dest bi êrişan ser kantona Efrînê kir û kanton dagir kir.

Rûmet Beko bi bîr xistin ku di sala 2014‘an de hizra Mîhrîcana Mîtan li kantona Efrînê  derket, di vê çarçoveyê de dewreyên perwerdeyê yên şano û nîvisandina testên wê hatin vekirin.

Rûmet anî ziman ku kêmbûna derfetan ji bo pêşxistina rewşa şanoyê û hebûna şanogehek tênê li kantonê li pêşiya wan dibû asteng.

Di encama dagirkirina dewleta Tirk a li Efîrnê bi sed hezaran şênî koçî kantona Şehbayê bûn. Di nava şert û mercên koçberiyê de Desteya Çand û Hunerê bi koordîneya Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê dika şanoyê "Çiyayê Kurmênc" ku hatibû wêrankirin, ji nû ve ava kir.

Li ser dîka şanoyê ya Çiyayê Kurmênc 4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Mîtan li dar dikeve.

Rûmet Beko anî ziman ku lidarxistina Mîhrîcana Mîtan li kantona Şehbayê di nava şert û mercên zehmet de serkeftineke mezin e got: "Piştî êrişên dagirkeriya Tirk û koçberbûna sivîlan a ber bi kantona Şehbayê pêşketina xebata şanoyê rawestiya, pirsgirêk zêde bûn, ji wan kêmbûna hejmara lîstikvanan û zehmetiyên ji nû ve avakirina dika şanoyê, lê rexmî vê yekê 4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Mîtan li dar ket, ev yek serkeftineke mezin ji bo mee ye û hêviya geşbûna warê şanoyê da."

(bb)

ANHA