‘Bi her çalakiyek Hêzên Rizgarkirina Efrînê re hêvî mezin dibe’

Şêniyek ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xilas bûye got: "Zilma dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê her roj zêdetir dibe. Bi her çalakiyek Hêzên Rizgariya Efrînê re hêviya rizgarkirina herêmê çi dagirkeran zêde dibe.”

‘Bi her çalakiyek Hêzên Rizgarkirina Efrînê re hêvî mezin dibe’
‘Bi her çalakiyek Hêzên Rizgarkirina Efrînê re hêvî mezin dibe’
2 sibat, 2020   06:27
HELEB-SOLÎN REŞÎD-HENAN MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de kantona Efrînê dagir kirin. Di encamê de zêdetirî 200 hezar sivîl neçar man koçber bibin. Lê hinek ji wan ji katonê derneketin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ji şêniyên Efrînê yên resen ên ku li kantonê mane, xilas bibin. Ji ber wê gelek zilmê li wan dikin. Şêniyan îşkence dikin, dirêvînin, gefa êrişên cinsî li jinan dixwin. Şêniyan neçar dikin ku ji bo mayîna li herêmê pereyan bidin.

Şêniyê bi navê M.H. ji şêniyên kantona Efrînê ye. Ji bo parastina malbata xwe nexwest navê xwe eşkere bike. M. H diyar kir ku wî canê xwe xilas kir û berê xwe da bajarê Helebê. Niha tevî malbata xwe li taxa Şêxmeqsûd dimîne.

M.H. di destpêkê de got: "Rewşa Efrînê her roj dijwartir dibe. Em rojane rastî binpêkirin û şantajê tên. Talankirina Efrînê têra wan nekir. Me neçar dikin ku em malên xwe vala bikin. Ruxmî berxwedana min lê wan du caran ez revandim û îşkence kirim. Piştî îşkenceyê serê min werimî, bedena min hemû bû birîn û hesiyê pişta min ji hev çû.”

Piştî ku ji girtîgehê derdikeve, çete nahêlin ew xwe derman bike. Çete heya mehekî mala wî dorpêç dikin, tendursitiya wî nebaş dibe.

Girêdayî rêbazên îşkenceyê M.H. got: "Çete kesên ku direvînin bi hemû rêbazan îşkence dikin. Gefa êrişên cinsî li jinên malbatê dikin. Di îşkenceyê de li serî û li piştê mirov dixin. Tevî îşkenceya bi rêya alava bilanko, kehrebe û lêdana bi xertûmê."

REVANDIN BERDEWAM E Û ÇARANÛS NE DIYAR E

Derbarê hatletên revandinê M.H. bi bîr xist ku ew bûye şahidê revandina ciwanek astengdar.

M.H. wiha domand: "Çete şêniyan dişopînin û rewşa wan a madî dinirxînin. Piştre dest bi revandinê û xwestina fîdyeyan dikin.

 Li cem her komeka çeteyan girtîgehek ne fermî heye. Dema şêniyan direvînin kesek nikare bigihêjin wan û çaranûsa wan ne diyar e.

Malbatên çeteyan xwediyên dikanan bikar tînin, kelûpelan dibin û pereyên wan nadin."

DI BIN ZEXTA ÇETEYAN DE JIN TÊNE ZEWICANDIN

Nûçeyên girêdayî jinek ciwan a bi navê Arîn Selah Kalo ku di 20`ê Tîrmehê de xwe kuştiye belav bûn. Lê deteyên wê bûyerê nehatin zanîn. Girêdayî wê M.H. got: "Çeteyekî Arîn tehdîd kir ku eger pêre nezewice dê çaranûsa wê nediyar be. Ji ber tirsê Arîn xwe kuşt."

M.H. destnîşan kir ku piraniya jinên ciwan ên Efrînê yên ku bi çeteyan re dizewicin di bin zextê de dizewicin.

DORPÊÇÊ LI ŞÊNIYAN TENG DIKIN

M.H. behsa binpêkirinên çeteyan li dijî şêniyan kir û got: “Çeteyên Tirkiyê şêniyên Efrînê neçar dikin ku pereyan bidin. Pereyên ku dixwazin di navbera 300 dolar heya hezar dolar de ye. Her wiha şêniyan neçar dikin ku malên xwe vala bikin. Li beramberî mayîna wan pereyan di navbera hezar dolar heya 2 hezar dolar de bidin. Lê şênî nikarin li hember van binpêkirinan bêdeng bimînin. Ji ber wê li gundên navçeyên Mabata û Cindirêsê şênî li dijî binpêkirinên dagirkeriyê rabûn. Lê dîsa jî bê feyde bû. Tu komîteyên lêpirsînê yan jî rêxistin tune ye ku mudexeleya rewşa Efrînê bike."

ŞÊNÎ LI BENDA HÊVIYEKÊ NE

Têkildarî rewşa şêniyên Efrînê M.H. got: "Şêniyên Efrînê li benda hêviya rizgarkirinê ne. Dema Hêzên Rizgarkirina Efrînê çalakiyê li dijî çeteyan lidar dixin, çete ji ber tirsa ji berteka şêniyan tevahiya rêyan digirin. Bi her çalakiyekê re hêvî li cem şêniyan çêdibe ku dagirkerî tune bibe û rêya xilasiyê nêz e. Lê ew nikarin hestên xwe eşkere bikin."

Di dawiyê de M.H. got: "Efrîn ji tevahiya pêkhateyan re bibû stargeh. Lê bi dagirkirinê re tarî bûye. Tu li dar û keviran binêr tu pê dihesî ku didigrîn. Tevahiya şûnwarên me talan kirin û darên me li pêşiya çavên me şewitandin. Me nikarî tiştek bigota."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E12JmXN-YBg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>