Li dijî erekedarkirina Elawî xwepêşandan hatin lidarxistin

Piştî erekedarkirina Mihemed Tofîq Elawî ji bo avakirina hikûmeta nû li gelek bajarên Iraqê xwepêşandan destpê kirin.

Li dijî erekedarkirina Elawî xwepêşandan hatin lidarxistin
1 sibat, 2020   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Sumerianews li qada Hebûbî ya parêzgeha Zîqarê li dijî erekedarkirina Mihemed Tofîq Elawî ji bo avakirina hikûmeta nû xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin. Hate ragihandin ku xwepêşandêran rê bi dolabên şewitî girtîn.

Serokê Iraqê Berhem Salih, ji bo avakirina hikûmeta nû Mihemed Tofîq Elawî erekedar kiribû. Xwepêşandaran li dijî vê yekê banga berdewama xwepêşandanan kirin û gotin, Elawî heger daxwazên wan bi cih neyne ne layîqî vî erkî ye.

Çavkaniyekî ewlehî diyar kir ku xwepêşandêran li parêzgeha Dîwaniyê rê girtin.