Gundên Zirganê bi dijwarî tên topbarankirin

Hêzên dagirker gundên Rebîhat û Til Werd ên bajarokê Zirgan dane ber topan.

Gundên Zirganê bi dijwarî tên topbarankirin
31 ÇILE, 2020   19:21
HESEKÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya du seatan ve heta niha gundên Rebîhat û Til Werd ên bajarokê Zirganê yê girêdayî Serêkaniyê, bi tank û obusan topbaran dikin.

Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

ANHA