Li dijî Tirkiyê hevkariya stratejîk a Fransa û Yewnanistanê

Rojnameyeke The Guardian eşkere kir ku serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo piştgiriya Yewnanistanê li dijî Tirkiyê bike, soza şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Deryaya Spî da.

Li dijî Tirkiyê hevkariya stratejîk a Fransa û Yewnanistanê
30 ÇILE, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora rojnameya The Guardian a Brîtanyayê, serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis biryara Fransayê ya şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Deryaya Spî, pêşwazî kir. Di demekê de ku der barê çavkaniyên enerjiyê yên herêmî de rageşî bi Tirkiyê re zêde dibe.

Mitsotakis keştiyên Fransayê bi "mîsogerên aştiyê" bi nav kirin.  Piştî ku hevdîtin bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re li Parîsê pêk anî, Mitsotakis ji rojnamevanan re wiha axivî: "Tekane rê ji bo bidawîkirina şerê li rojhilatê Deryaya Spî, edaleta navdewletî ye. Dê Yewnanistan û Fransa ji bo parastina stratejîk siyaseteke nû bimeşînin."

Serokwezîrê Yewnanistanê ji bo qezenckirina piştgiriyeke zêde ji Yekitiya Ewropayê (YE) serdana paytexta Fransayê Parîsê kiribû. Têkiliyên dijminane bi Tirkiyê re ji hemû dozên din ên hikumeta Mitsotakis ku nêzî 7 mehan e ava bûye, mijara sereke ya nîqaşan bû.

Rojnameya The Guardian bi bîr xist ku serokê Fransayê Emmanuel Macron soza şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Deryaya Spî da ku piştgiriya Yewnanistanê bike.

Macron dewleta Tirk bi binpêkirina muzakereyên Konferansa Berlînê (19`ê Çile) ku ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê li dar ket, tawanbar kir. Macron destnîşan kir ku Fransa di çend rojên borî de keştiyên ku çeteyan ji Sûriyê dibin Lîbyayê, şopandine. Macron wiha got: "Fransa piştgiriya serweriya Yewnanistan û Qibrisê li ser sînorên deryayî dike. Em careke din peymana di navbera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaq a Lîbyayê de, şermezar dikin."

Di heman derbarê de, Macron hevkariya stratejîk a di navbera welatê wî û Yewnanistanê de eşkere kir. Hêzên deryayî yên Fransayê li Yewnanistanê jî zêde kirin.

Piştî hevdîtina bi serokwezîrê Yewnanistanê re li Parîsê, Macron got dê detayên hevdîtinê di hefteyên pêşîn de diyar bikin. Dê di navbera wezîrên derve û yên parastinê de li her du welatan, şêwirên bi rêk û pêk li dar bikevin.

Macron diyar kir ku bi hevkarên xwe yên Ewropî re piştgiriya Yewnanistanê û Qibrisê dike. Her wiha destwerdan û şantaja dewleta Tirk şermezar kirin.

(cx)

ANHA