3 birayên ku bazirganiya madeyên hişbirê dikir, hatin girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî li Hesekê 3 birayên ku bazirganiya madeyên hişbirê dikir, girtin. Her wiha miqdareke madeyên hişbirê bi wan re hatin girtin û radestî Komîteya Lêpirsînê kirin.

3 birayên ku bazirganiya madeyên hişbirê dikir, hatin girtin
30 ÇILE, 2020   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ajansa me re diyar kir ku endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî duh 3 birayên ku bazirganiya madeyên hişbirê dikir, li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê girtin.

Endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî da zanîn ku li gorî agahiyên bi dest wan ketine, dest bi lêgerînan kirin û her sê bira hatin girtin. Endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî destnîşan kir ku di lêgerînên di malên her sê kesan ên li taxa Xiwêran de, wan 9 torên biçûk ên madeyên hişbirê, 24 hebên Capticol û 2 hebên Sudafed dîtin.

Her wiha endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî got wan her sê bira radestî Komîteya Lêpirsînê kirin, da ku tedbîrên qanûnî der heqê wan de bigirin.

(jo)

ANHA