El-Mismarî: 2 keştiyên şer ên Tirkiyê gihaştin Terablusê

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku 2 keştiyên şer yên Tirkiyê û moşekên li dijî balafiran û sîstemên parastina asmanî gihaştin berava Terablusê.

El-Mismarî: 2 keştiyên şer ên Tirkiyê gihaştin Terablusê
30 ÇILE, 2020   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de diyar kir dewleta Tirk 3 hezar çete ji Sûriyê birin Lîbyayê û Enqere “terora xeternak” bi rêya balafirgehênMisrat û Miyêtiqiyê û bendera Terablusê digihîne Lîbyayê.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron beriya niha wiha gotibû: "Tirkiye sozên Konferansa Berlînê şikandin, Parîsê keştiyeke Tirkiyê ku çete derbasî Lîbyayê dikirin, şopand."

Konferansa Berlînê der barê Lîbyayê diyar kir ku divê qedexekirina çekan li Lîbyayê ku ji sala 2011`an ve hatiye ferzkirin, pêk were û desteka komên çekdar neyê kirin.

(jo)