Di Mîhrîcana Mîtan de pêşangeha wêne û fotografan

4`emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li ser dika Çiyayê Kurmênc li kantona Şehbayê dewam dike. Di çarçoveya çalakiyên mîhrîcanê de pêşangeheke şêwekariyê û fotografan li dar dikeve.

30 ÇILE, 2020   10:11
ŞEHBA- CEFER CEFO-XANDÎ ELO

Wek parçeyekî çalakiyên 4`emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê, bi dehan tabloyên hunera şêwekaroyê û fotograf korîdorên dika Çiyayê Kurmênc dixemilînin.

Wênesaz Aslan Mamo û wênekêş Ehmed Vînîsiya tev li mîhrîcanê bûn û tablo û wêneyên xwe nîşan didin. Di tabloyan de çîrokên berxwedanê û koçberiya şêniyên Efrînê ku bi darê zorê koçî kantona Şehbayê bûn, reva dibin.

Mijarên ku wênekêş Ehmed Vînîsiya di tablo û wêneyên xwe de xêz kirine, der barê kampên koçberiyê yên li herêma Şehbayê de ne. Di wan tabloyan de azarên şêniyên di şertên koçberiyê yên zehmet de derdikevin pêş. Her wiha berxwedana şêniyên reva dike.

Ehmed Vînîsiya cara yekê bi 18 tabloyan beşdarî Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê dibe. Vînîsiya dibêje hemî wêneyên wî li kantona Şehbayê hatine girtin. Hinek li kampên koçberan û yên din li gundan hatine kişandin.

Vînîsiya got: "Min ji wênekêşiyê hez kir, ji ber vê min xwe di vî alî de bi pêş xist. Di 2 dewreyên perwerdeyê de li Efrînê û Şehbayê ez fêrî hunera wênekêşiyê bûm. Ez ê beşdarî hemî çalakiyên ku piştgiriya  şêniyên Efrînê dikin, bibim."

Aslan Mamo jî hunermendekî şêwekar ji Efrînê ye. Berê gelek pêşangehên wî li Efrînê û derveyî wê li dar ketine. Aslan bi 17 tabloyên hunera şêwekariyê de beşdarî 4`emîn Mîhrîcana Mîtan bûye.

Da ku êş û azara gelê Efrînê reva bike, Aslan di hemî tabloyên xwe de rûyên mirovan ên xemgîn xêz kirine. Her wiha hin tabloyên ku darên zeytûnê yên hatine qutkirin, xêz kirine.

Li ser beşdarbûna xwe di mîhrîcanê de Aslan tekez kir ku ew beşdarî vê çalakiyê bûye da ku piştgiriya gelê Efrînê bike, wan hembêz bike û êşa wan kêm bike.

(cx)

ANHA