HRE: Li Şerayê 3 çawişên pispor ên artêşa Tirk hatin kuştin

Di çalakiya duh a HRE’yê de li Şerayê 3 çawişên pispor ên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha di bombebarana artêşa Tirk a li dijî gundên Til Rifetê de zarokek şehîd bû û zarokek jî birîndar bû.

HRE: Li Şerayê 3 çawişên pispor ên artêşa Tirk hatin kuştin
30 ÇILE, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê der barê çalakiya xwe ya duh a li navçeya Şera ya Efrînê de agahî dan.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“29’ê Çileyê li gundê Gobelê yê navçeya Şera hêzên me li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet li dar xist. Di encama çalakiyê de 3 çawişên pispor hatin kuştin.

ARTÊŞA TIRK LI TIL RIFETÊ ZAROKEK KUŞT

Di heman wextê de artêşa dagirker gundên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kirin. Di encama wan topbaranan de li herêma Til Rifet a Şehbayê zarokek şehîd ket û zarokek jî birîndar bû. Her wiha ziyanên madî gihîştin welatiyên herêmê.”