Hiqûqnasê iraqî: Rêxistinên navneteweyî çavê xwe li doza Ocalan girtiye

Çalakvanê siyasî û hiqûqnasê Iraqî Esad El-Abadî destnîşan kir ku dewleta Tirk danûstandin bi Kurdan re bidawî kirin û tecrîd li Rêber Abdullah Ocalan girantir kir. El-Abadî anî ziman ku rêxistinên navneteweyî çavê xwe li doza azadiya Ocalan, gelê Kurd û gelên herêmê kor dike.

Hiqûqnasê iraqî: Rêxistinên navneteweyî çavê xwe li doza Ocalan girtiye
30 ÇILE, 2020   05:29
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Dewleta Tirk ji 2011`an ve tecrîdek giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê re qedexe dike.

Çalakvanê siyasî yê iraqî û çalakvanê warê mafên mirovan Esad El-Abadî li ser mijarê wiha got: "Dewleta Tirk birêz Abdullah Ocalan bi terorê tewanbar dike. Ji ber Ocalan serkêşiya tevgera rizgariyê dike, Tevgera ku Ocalan serkêşiya wê dike hemû hîmên hebûnê di nav xwe digire. Yanî xwe dispêre pardîgmeyeke gelekî zelal a girîngiya jiyanê di bin sîwana demokrasiyê de ya jiyana azad û bi rûmet ji bo hemû pêkhateyên dewleta Tirk di nav de netewa kurdî peyda dike."

El-Abadî diyar kir ku Ocalan, di nêrînên xwe yên li ser netewa demokratîk de, dikaribû gelek teoriyên li dij nêzîkatiya demokratîk berhev bike û got: “Ev nêrîn dikare bibe çareyek ji bo herêmên Rojhilata Navîn bi giştî û Tirkiyê bi taybet peyda bike. Lê hikûmeta Tirkî ji ramanên neteweya demokratîk, jiyana hevbeş a di navbera hemû gelê Tirkiyê anî pêkhateyên li dewleta Tirk de qebûl nake. Ji ber ku ew bi pergala netew-dewlet ve girêdayî ye."

‘PROJEYA OCALAN JI PIRSGIRÊKA ROJHILATA NAVÎN RE ÇARESERÎ YE’

El- Abadî di derbarê ramanên Ocalan de wiha got: “Projeya Rêber Ocalan ji pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn re rû dide çareserî ye. Heger em berhemên vê tecrûbeyê li herêmên Rojhilata Navîn mîna Îran, Iraq, Sûriyê û Tirkiyê pêk bînin. Dê niha pirsgirêkên li wir çareser bibana, lê mixabin pergalên hakim ên serwer ji vê pêşniyarê tênegihiştiye. Pêşniyara pêşketî li dijî modernîteya demokratîk û sîstema kapîtalîzmê ye ku gelên herêmê santaj dike. Hewl dide ku kilîta vekirina deriyê nakokiyan di navbera pêkhate û gelên herêma Rojhilata Navîn de bibîne."

‘TECRÛBEYA ROJAVA- BAKUR ÇARESERIYA HERÎ GUNCAW YA DERKETINA JI TUNELA TARÎ YE‘

El-Abadî îşaret bi tecrûbeya Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha dom da axaftina xwe: "Tecrûbeya netewa demokratîk û biratiya gelan a li Rojava hatiye rûniştandin dê bibe çareseriya herî guncaw a ku herêmê derbasî tunela çareseriyê bike. Ne tunela tarî ya ku pirê caran pergalên netewî û kapîtalîzmê li ser gelên herêmê ferz bikin. "

‘TIRKIYÊ XETA DANÛSTANDINAN BI DAWÎ KIR, JI BER KU NÊZÎKÎ ÇARESERIYÊ NABE‘

Der barê girankirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan El-Abadî wiha axivî: "Piştî sala 2016‘an yan jî piştî diyalogên nûnerên hikûmeta Tirk bi Rêbertiyê re diyalog bi lez qut bûn ji ber nêzî çareseriyê bûn ku derî û xeteke nû ji demokratiyê ji bo Tirkiyê veke. Ev yek hikûmeta Tirk a heyî ya bi serkêşiya Erdogan dixe nava tengasiyeke mezin. Ji ber ku hikûmeta Tirk û serokê xwe dispêre rêgezên îxwançî û netewperestiyê di hikûm de. Her wiha Erdogan hê xeyal dike ku împratoriya toranî ya Osmanî dike, lew re diyalog di navbera herdu aliyan de bi dawî bû."

‘OCALAN ŞOREŞGEREKÎ MEZIN E PROJEYEK DIJBERÎ HÊZÊN MÊTÎNGERÊN HERÊMÊ PÊŞKÊŞ KIR‘

Derbarê helwestên dewletên rojavayî û Îsraîlê El-Abadî got: " Paşguhkirina dewletên Ewropa û Amerîkayê destên Îsraîkê tê de heye, ji ber Îsraîl helwesta Abdullah Ocalan ji doza Filistînê ji bîr nekiriye. Ocalan şoreşgerekî mezin e. Projeyek pêşkêş kir ku li dijî serdesteya hêzên mêtînger li herêmê ye ku gelên herêmê bi desteserkirina berhemên wê santaj dike.Niha wisa li Erebistana Siûdî û dewletên kenavê re dike, li aliyekî Tirkiyê xwe neçar dibîne ku bi helwesta Amerîka û Îsraîlê bigire.”

Çalakvanê siyasî û hiqûqnasê Iraqî Esad El-Abadî di dawiya axaftina xwe de got: "Rêxistinên navdewletî çavê xwe li doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd û tevahî gelên herêmê girtiye."

ANHA