​​​​​​​Musa Kino: Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e

Endamê Desteya Fermandariya Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê Musa Kino bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got: “Armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan e.”

​​​​​​​Musa Kino: Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e
30 ÇILE, 2020   05:51
KOBANÊ-UMER MIHMED

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk destwerdana karûbarê Sûriyê dike. Ji aliyekî ve piştgirya komên îsamîk ên li Sûriyê dike û ji alîyekî din ve jî hewldana derxistina nakokiyan di navbera gelên herêmê de dike. Li gel vê yekê rasterast êrişî xaka Sûriyê dike, gelên biyanî li ser xaka Sûriyê bi cih dike û bi vî awayî siyaseta guhartina demografiya herêmê dide meşandin.

‘TIRKIYE OPOZÎSYONÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DERFET DIBÎNE’

Derbarê siyasetên dewleta Tirk li Sûriyê dide meşandin, ajansa me hevpeyvîn bi endamê Desteya Fermandariyê yê Partiya Yekîtiya Demokratî li Sûriyê Musa Kino re çêkir. Kino bal kişand ser armancên dewleta Tirk û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk hewl dide xaka ku li Sûriyê dagirkiriye, berfireh bike. Bi fêlbaziyê çeteyên bi navê Îtilafa Sûrî ji bo tunekirina Kurdan bikar tîne.”

Kino wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk bi armanca guhartina demografiya herêmê, siyaseta qirkirina etnîkî û siyaseta guhartina demografiyê dide meşandin. Isbata vê yekê bicihkirina malbatên biyanî li herêmên dagirkiriye.”

‘ÇARESERÎ DI LIHEVKIRINA NAVXWEYÎ DE YE’

Musa Kino têkildarî misogerkirina aşîtiya li Sûriyê axivî û got: “Misogeriya aşîtiyê di çareseriya siyasî de ye û divê aliyên hundirîn xwe ji ajandeyên derve qut bikin. Bi vî awayî dê dewleta Tirk destê xwe ji xaka Sûriyê bikişîne.”

Kino bal kişand ser însiyatîfa pêkanîna yekîtiya neteweyî û wiha pê de çû: “Însiyatîfa pêkanîna yekîtiya kurdî gaveke erênî ye. Lê hin partî ne bi însiyatîfê re ne. Mînaka wê jî ENKS`ê ye. Ji ber ku xwe ji bin siya dewleta Tirk dernexisti ye.”

‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE PÊWÎSTÎ BI HÊZEKE KURDÎ HEYE’

Hino di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca dewleta Tirk gelê Kurd e. Dixwaze projeyên xwe yên ji bo Sûriyê pêk bîne. Lewma di pêvajoyeke wiha de pêwîstî bi hêzeke kurdî heye.’

(eh)

ANHA