Keştiyên ku leşkerên Tirk û cebilxaneyên leşkerî hilgirtine gihaştin Lîbyayê

Torên çapemeniyê ragihand ku 2 keştiyên şer û keştiyeke dîtir berbanga îro gihîştin peravên Terablusê û leşkerên dewleta Tirk, tank û erebeyên leşkerî danîn xaka Lîbyayê.

Keştiyên ku leşkerên Tirk û cebilxaneyên leşkerî hilgirtine gihaştin Lîbyayê
29 ÇILE, 2020   08:40
NAVENEDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye wiha ragihand: "Tevî 2 keştiyên şer, keştiyeke bi tank û erebeyên leşkerî barkirî jî heye."

Tora El-Erebiye wiha lê zêde kir: "Her du keştiyên şer bi navên Gazîantep û Gedîz in, her wiha milîsên Redî û Newasî hatin erkdarkirin ku gihîştina wan a peravên Terablusê dabîn bikin."

Her wiha cebilxane û alavên leşkerî yên dewleta Tirk gihîştin balafirgeha Miêtîqa ya naverasta paytext Terablusê.

Li gorî raporan, dewleta Tirk di rêkirina çeteyên sûrî û bi şêweyekî zêde li Lîbyayê de tevî sozdayîna Erdogan di Konferasansa Berlînê ya der barê Lîbyayê ya neşandina çeteyan li Lîbyayê de, berdewam e.

(fr)