Di salvegera serketina Kobanê de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê di salvegera 5‘an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê şehîdên meha Çileyê li Goristana Şehîd Dîcle bi bîr anîn.

Di salvegera serketina Kobanê de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Di salvegera serketina Kobanê de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Di salvegera serketina Kobanê de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Di salvegera serketina Kobanê de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
26 ÇILE, 2020   17:55
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo bîranîna şehîdên meha Çileyê li Goristana Şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê kom bûn.
Di merasîmê bîranînê de ji fermandarên YPG‘ê Heqî Kobanê ayê ku di sala 2014 û 2015‘an beşdarî berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ‘ê bibû axivî. Heqî got: "Giyanê berxwedana Kobanê yekitiya niştimanî zindî kir ku em hewcedarê wê ne. Bi yekitiyê em dikarin biser bikevin. Wiha ala serkeftinê li Kobanê bilind bû. Her çiqasî êrişên dijmin giran be û çekên wan pêşketî bî bi em dikarin bi yekitiyê biser bikevin."
Pitre, şêniyan mûm li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

ANHA